Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tivirloismail

profîla "tivirloismail"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilawer zeraq] de;

10. Baksir û boksirê ciddiyetê ye.

Lewre ew ji wek gele nivîskarên ne serbixwe, ji gelên bindest xweş dizane ku ciddiyet veşartina herî baş a kêmasî û nexwaşîyên şexsiye. Ji ber vê yekê cira wî her tim nexwaşe, ciddiyeta xwe li rû, li ser pêçiyên, bi mijangan, bibîkên çavan de bi her awayî de dide der, da ku çermê rûyê wî naşê masûlkiyên wî yîr repkirî dabigire. Xwedê giravî nivîskare, berhemê wî wisa hişkin divê meriv bi çakûçan bişkêne, bi kêran qet bike encax daqurçîne. Lê ne hewceyî vê tedayêye lewre pûçin.

Zarokatiya xwe de gelek merifetên wî yê taybet hebûne. Karibiye di hewa de bermeqlub çar teqle ser hev bavêje di navbera her teqliyî de çirokekî binivîse yani heya were erdê pirtûka wî a çîroka li ber çapê amedeye. Roman xwe ye dawî jî di halê amudê de dagirtiye ji ber ku xwendevan bıxwazin ji vê romanê fêm bikin divê ew jî rabin amûdê wer bixwinin. Tabî ev yek dike ku serê mirov bêşê, xwîn jî çavê mirov dawirebe, mixabin wekî din tû çareserî nîne.

Gava lêkolinerê swedî lêkolinek li -ku lêkolina tenê bo lêkolina dikin ev cihê şenazayêye-, li herêma farqinê kirin, rastî fosileke pir kevin hatin û destnîşan kirin ku yekem kesê, .....nizam çi lê digel van yekan nizam çima pir ciddî ü qûre -halbukî ew ji vî gundî em jî vî gundî- li ser vê axê mezinbûye û miriye. Çi ecêb cihêkî fosil lê hate ditîn hema bêje nêzi sed kilometreyî der û dor tu şihnayî tu giha lê nebû. Ev yek ber bi tesîra ciddiyata fosilê a neyênî ve girêdan lêkolineran. Ji vê ciddiyeta nepixî, nezan, xav, safî kîn û kerratî jê fûriyayî re gotin Zeraqî. Piştî wextan Dilawer navê xwe li Zeraqiyê zêdekir û başkir jî.

Bi mazota qaçaxe şarderiyê dişxwele wekî gelekan.Serde jîxwe rewşenbîr dide penasekirin,di peyva eşmê de moriyan dibine bêhna guyê xwe wek parfûmê wer dike li ser kurdistanê



25.03.2015 22:12 ~2015.04.02 20:07 | tivirloismail