Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tivirloismail

profîla "tivirloismail"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê kurdî pîroz e] de;

1. kartol çiqas pîroz be zimânê kurdî jî hewqas pîroze.

di nava kurdîhez, kurdînûsan de teyamuleke nepen, rêbazeke veşartî, makezagoneke nenivîsî heye: dibê zimanê kurdî pîroze, ji ber vê yekê meriv encax tiştên hêja wek polîtîkayê(ku gubarana ev) ,tiştên giregir wek zanyariyê, payebilind wek edebiyatê bi vî zimanî bike. heya ji meriv were meriv ziman ji êrîşa peyvên zayendî bipareze, di tirşikê de an nivîsekî de tiştên ku di jiyane me de hene lê nakeve van cûreyan divê meriv nebêje û nenivîse. minak sade, j.janet, a. nîn meriv nikare romanên van bi kurdî bixwîne, meriv nikare qala masturbasyonê bike,li ser gayîn û vegayîna bav û kala raweste. helbet ev helwest ne i berxwe derket, sedem qedexebûna ziman, tedaya li ser kurdî ya bi salan ev yek derket. kurdî axaftin û nivîsin dibû meziyetek lewre qedexebûna ziman bedeldayinek bêhampa dixwast.

lê ev dem dervasbû elelokler, êdî divê em kurdî ji wek zimanê polîtikayê tenê nebinin(slogan çi xweş bûn.) kurdî jî gu heye rêx heye gayîn heye vegayîn. ev helwasta ku hin niviskarê tirşikê dibên ser mijarên zayendi venekin ji vir tê. wextekî dê û bavê me çi nivîsa bi erebî bidîtan ayetek ji quranê dizanîn maç dikirin datine cihêkî bilind. meriv dikaribû ji kovareke pornografîk erebî wênayan jêbikira ev nivîs wek ayet biparasta.ku ez dijderketina kurdî ne zimanê van tiştan dibînim ev yek tê bira min. erebî jî kurdî jî porno dibe mixabin. Kurdî ne pîroze hinkî çavê xwe vekin xwelîdanklarim min nexin nav daberkirinê wiha demborî,beradayî û wez ji hemamê derktim wey li min wey li min…



09.09.2013 22:03 | tivirloismail