Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tivirloismail

profîla "tivirloismail"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ismet özel] de;

6. (bnr: îstîklal marşi dernegî)



28.09.2013 23:37 | tivirloismail

5. li ser îsmetî her tim gotinek heye ku ji hedê destnîşankirineke baş derketiye êdî bûye klîşeke genî: dibên ne bi fikrê wî lê serçavan helbesta wî. bi min helbesta îsmetî meriv nikare bavîje pişt guhê xwe. di demê xwê yê qomînîstbûnê de helbestê xwe wek "sevgilim hayat"," partîzan" hwd. de dengekî lehengî, bêminetiyeke jixwe bawerî,hêrseke mafdarî,sentaks ,fonetîkeke serkeftî xwe dide nîşan. meriv dil dike ku helbestevanekî kurd jî xwedî van meziyatan be. lê digel van yekan reşbînî û nehezkirineke kur jî xwe dora van helbestan wek koremerekî xwe pêçaye. ji ruh û dil pêtir keda zeneateke dijware. pirtir li devê hişkserokan û xweşradîkalan tê. pirsgirêka îsmet û helbesta wî bi gelemperî hezkirinê re heye. ge dibê " e wisa dizanim ku jiyan tekoşineke ji bo eşka zarokan… ge dibê ewkesên ku di nobetê de kislaniyê bikin divê werin gulebarankirin. ev erkeke mezine di îdelojiya wî de ,nakokiyeke bêhempaye. Piştî ku bi misilman xwedêgiravî helbesteke wek amentû dinivîse pitir nermî, bêhna merivtiyê jê te.lê îsmetî dîsa dernakeve der ji tixûbên mîsakkî mîllî. ev derneketin an çember belkî pirsgirêk her tim pêre heye.ji ber vê yekê tucarî neşê helbesteke gerdûnî biafrine ji bo vê yekê li hember helbstvanê mezin her tim di nava zikreşiyekî de bûye. tixûbên m.mîllî di qominstbûna wî re wacib,misilimantiya wi re ferz, tirkperestiya wî re îmane. piştî erbaînê bi navê “bir yusuf masali” pirtûkek derxsit ,beşên wek dibece, naat,munacat,sebebê telif de îsmetî ji meju pêtir bi dilê xwe axifiye, xweş ji gotiye. lê çîroka yusuf girtiye, bêarmanc,bê fînale.gava pirtûka xwe ye sêyem derxist dev avîte cihûyan -ku exleqê îsmet pir dişibe ê cihûyan- helbest êdî bi çakuç û bizmaran nivîsî. bi min kêrê pênç peran ji nayê ev pirtûk. me dirêj kir xwe jî we jî gej kir. ji bo xatirê çend helbestan ne hewceye meriv wî derxe esmanan lê durbûna wî ye hember nimetê desthilatdiriyê hejayê şabaşî û pîrozkirinêye.divê ew gotina wî ye ku dibê heya kurd nebin tirk elewî nebin ehlê sunnet tirkiye ê serfiraz nabe. Bila ev ji me re bibe pîvanê exlaqê wî. bi vê rêvaçûna qunmezinî, pir bi qimîzî ditirsim ku wek xirxeşimên tkp ê li kolanan kovaraan bifroşe pêre bêje 6.fîlo defol.



27.09.2013 22:04 | tivirloismail

4. salixê salixdayina nehiştiye helbestên wî wergerînin zimanê kurdî.başkiriye, xweşkiriye.îhtimal ku bi xwe ji kurd be.lewre çi faşist ,qebqebe,çeqlomeqloyên tund hebin her tim ji milletekî din dertên.radikalîzma wan ji bêbinyadiya wan tê. helbet meriv dikare li ser îsmet ozel gelek tiştan bêje. hê wek kurdekî çend tiştên baş jê hîn be.lê ev tiştên ku van salan dibêje,zîkêşa mejû,kertiyeke bêhmap,xwenepixandineke bêbinyad wêdatir tişte nîne. gelekî wek tirkan ku di nav xwe de newêrek, zikreş,bêçand dike pîvanê exleqê,dide pêşiya meriv.Ger tirk wisa bûna weke gotina necamêribûna ne hewce bû ku îsmetî ji hewqas qûna xwe bidirine.



27.09.2013 21:36 | tivirloismail