Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tivirloismail

profîla "tivirloismail"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şahê bedo] de;

4. Deng gelek caran erdnigariya xwe dide dest, axa xwe zelal dike,atmosfera xwe eşkere dike.Dengê şahê bedo jie estetîka "înşaatê" tê. Wek tê zanin gelek kurd karmend ,xebatkarê xanîçêkirinêye. bi navê ku tê karanîn, siwacî û qalipçîne. Şahe bêdo bi sewta xwe ye bêhampa her awayî xebat,xwedan,xeribaya çûyina ji bo karê xanîçêkirinê tîne bira meriv. Ew kesên ku pişti kar dest rûyê xwe dişuştin,gomlekekî nû lii ser partorekî qumaş de li xwe dkirin berê xwe didan nav kolanê metropêlan.Helbet ev metrepol li ser milê wan ava dibû lê keyfa metrepolê qet nedibû para wan. icar di dengê vî zelamî de ez van tevan dibihisim.Ne ku ji bo piçukditinekî haşa, belki ji bo tespitekî ez van yekan dibêjim.gula çiya male,zerya,çimento,çavreşamin qedandina karê qebale ye.



04.08.2013 14:39 | tivirloismail