2. di dawiya berga pirtûka wê ya bi navê kirasê teng de wê nivîsê cîh digre: |
|
25.03.2016 11:03 |
xewnname
|
1. lorîn s. doğan nivîskarek jin e. di sala 1975'an de li nisêbînê hatîye dinyayê. du pirtûkên wê yê bi navê (bnr: kirasê teng) û (bnr: destên vala) hene. pirûka wê ya ya kirasê teng ji du beşan pêk tê; beşa yekem Kêl ya duyem Kul. Di beşa yekem de hemû çîrok li ser xemgînî, êş û azara gund û bajarên kurd yên li ser tixûbên bi mayîn, têl û qereqol in. Bi baweriya min çîrokên vê beşê bi gelemperî serkeftî ne lê li ser hev tu 9 çîrokên wiha bi dert û kul bixwînî dê mêjiyê te serûbin bibe. di beşa yekem de bi qineata min çîroka serkeftîtirîn "berdêl" e. di beşa duyem ya bi navê "kul" de jî çîrok li ser hal û rewşê jinê, problemên wan yên bi civaka "bi simbêl" re, tadeya civakê bi jinan re. di vê beşê de jî çîroka serkeftîtir "demên berê" ye lê her wiha çîrokên din jî balkêş in. Herçiqas min ji heval û hogirên devûdora xwe bihîstibû ku digotin zimanê lorîn s. doğan zimanek jinane ye di rastiyê de min tiştek wisa nedît ku ez bibêjim "erê welle wisa ye." |
|
25.03.2016 11:01 |
xewnname
|