Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xewnname

profîla "xewnname"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [axîn welat] de;

2. min îro pirtûka wê ya bi navê noşku ji weşanên avesta derketî xwend. vê pirtûka wê qasê bayê bakur serkeftî nîn e. Hinek zêdetir helbestên derbarê jiyana rojane de ye; axaftina bi telefonê, wext derbaskirina di medyaya civakî de...



yê ku

yê ku dilê xwe vekir

û ji bo jineke din

giriya.

yê ku belkî zanîbû,

belkî na.

yê ku maçî jinekê

dike

û di hemêza wê de,

bi yekê dî difire...



wiha xwe ji bîr dike.

wiha jina nazenîn

li rawestgehê trenên bi lez,

û li balafirgehên sar

dibe peykerê bê...

yê ku

jibîr nake



û nayê jibîrkirin.

ji pirtûka noş/ r. 21 / weşanên avesta

bo bernemaye bi wê re hatî kirin:



23.05.2016 16:36 | xewnname

1. axîn welat helbestvanek Jin e ku berhema wê ya bi navê bayê bakur ji weşanên avestadi 2006'an de di nav rêzepirtûkên şahmerande ku tenê ji berhemên Jinan pêk tê de hatiye weşandin.

canik di sala 1970'î de welidî ye û gelek helbestên xweş nivisandî ye. helbestên wê hinek melenkolîk in, bi taybetî bi şev xwendin xweş e.



hêstirek

çavên te yên hêstirdar

têra qehweyeke şêrîn

ji min dixeyidin



têra xatirxwastineke

taaaaaaaal



22.05.2016 18:09 ~18:10 | xewnname