Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pezkoviyê gêrîlla] de;

2. meseleyeke gundê me aniye bîra min. carê kuçikên gundê me li hemberî xerîb û biyaniyan gelekî cirnexweş bûn. berî ku yeke xerîb nêzî gund dibû ewta ewta wan destpê dikir. digotin hêj ku erebeyên leşkeran nehatî ka ji frekansên dengan be ka ji bêhnê be fêm dikirin ku dikirin ewte ewt û bi vî awayî gundiyan hişyar dikirin. gundiyên me jî ev tişt weke alarmekê bikardianîn û tiştên neqanûnî vedişartin. helbet carinan ev alarm çewt jî derdiket ku yê hatî ettariyeke reben jî derdiket ango ti kes nedihat. dema ku leşker dihatin kûçikên me bi ti awayî bela xwe ji wan venedikirin û ji pey qûna wan venediqetiyan. lê ya balkêş dema ku gêrîlla dihatin kûçikên me bi kêf û eşq bixêrhatina wan dikirin. xwe diavêtin ber lingên gêrîllayan him eleqeyekê nîşan didan him jî eleqeyekê dixwestin. dema ku gêrîllayan tev li lîstikên bi kûçikan re nedibûn vêca kûçikan jî xwe dixeyîdandin. vêca dema ku gundiyan meseleya kûçik û leşkeran ji gêrîllayan re dibêjin, gêrîllayek dibêje "wellehî kûçikên we jî welatparêz û bi aqil in.."



15.01.2015 20:16 | oxir

1. bi navê çavreş e. li vidyoya jêrin mirov dikare lê temaşe bike. gelekî xwînşêrîn e. li pişta gêrîllayan siwar dibe.







15.01.2015 19:29 | oxir