Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [î] de;

7. (bnr: rastnivîs)

kesî negotiye "te çima bi awayê 'şahîya' nivîsiye?!" Û bi qirika yeke din negirtiye. yê ku biryara vî tiştî daye jî ne ez im ne jî nivîskareke din ê tirşikê ye. kÎ çilo dixwaze bila wilo binivîse lê belê heke ku zimanzan û zimannasên zimanê kurdî biryareke bi vî rengî dabin ji bo yekititiya zimên divê em jî li gor rastnivîs û rêzimanê binivîsin.



24.04.2014 21:01 | oxir

5. tîpeke ku wek o, û, ê-yê deng dirêj e. li hin deran dibînim ku xelk bi i-ya tirkî ev tîp muqayese dike û dibêjin her dÛ heman deng in. lê ev şaş e. ji i-ya tirkan dirêjtir e. di tirkî de di peyvên wek mîr û pîr de ku esil kurdÎ ne tê bikaranîn.



heke ku em li ser meseleya î-ya ku berî y-yê tê biaxivin, dema ku î dikeve pêşiya y-yê ji ber ku mirov nikare dirêj bike kurt dibe. weke mînak ka bêjin "şahîya" hûnê bibînin ku hÛn nikarin bi vî rengî bilêv bikin. dema ku dengê î kurt dibe, bi i-ya tirkan re dibe heman deng. yanî î-ya berî y-yê di eslê xwe de ne î ye ne jî i ye. mirov nikare ji bo vê tiştê jî tîpeke nû têxe nêv alfabeyê ji loma jî wek "i" tê nivîsandin.



24.04.2014 20:24 | oxir