Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keje bemal

profîla "keje bemal"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [marmarok] de;

1. Heywaneke bejayî ye ku havînî dema pirêzeyan û li nav erdên beyar dijî. terîya wan dirêj, serê wan dirêjîko, çarnig û bi xwêr re zûka, bi lez diherin.

Li ser bezê rojekê hevalekî min ê qoserî bîranînek xwe ya zaroktî bi min re par ve kiribû. Digot, "dema em zarok bûn, hevalekî me hebû, navê wî emîno bû. Emîno ji me gişa bezatir bû û lewma jî me gişa dixwest wek wî bibe beza, lê çawa? Rojekê me ji emîno pirsî ku tu çawa beza bûye? emîno pîç bû, guhê wî dilivîya, got, min nîyha marmarokê, lewma jî ez bûm mêrê wê û êdî ez jî wek wê beza bûm. Em zarok bûn, ket serê me. Li nav wan erdan me bera ser pişta van marmarokan dida. Me li ku ew zeft dikirin, me terîya wan bilind dikir û çîkê xwe bi bin terîya wan dida û me ew berdidan. Di wê kiryarê de pirê caran terîyê wan jêdibû û bê terî bi vir de û wê de zîz dibûn rebenan. Piştî ku me karê xwe diqedand û pê ve em bi hev re diketin pêşbazîyê-yarişê, me digot, hela bê bira jî em beza bûnin an na..."

Yaa! di emr û heyata xwe de hûn pêrgî çîrok an serpêhatîyeke wiha hatine?

Min ji mam Zinarê Xamo pirsî, ka bira jî tiştekî wiha mimkûn e, gote min, "ji qoserîyan tê...!"

Hasilî.



18.07.2013 19:50 | keje bemal