Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keje bemal

profîla "keje bemal"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hebhinarkê] de;

2. Hebhinarkê



Ji wê şeva bi şewbê

bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê

çend xarên min wendabûne li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdû naşkê

hebhinarkê! ..

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê





li çaraliyê çefiya min,

diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min

ne sûcê te ye,

ew mîratê kewan li me nehatin



li çiyayê şengalê,

komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine

perikên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perîkan bûyî

hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî

li ser goleke mêşinî



bo bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê;

teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê.

Rênas Jiyan



19.07.2013 00:37 | keje bemal