Tirşik - Profîl
tirşik-profîla arami

profîla "arami"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ercan bingöl] de;

8. li enqerê dijî strana herî xweş "ne pir dereng e" ye bi min.... hebûna wî bes e...



07.10.2013 20:15 | arami

2. Ercan Bingöl di 14 Sibat 1983’an de li Mûşê, li gundê Xinzorê ku girêdayî Gimgimê ye, hatiye dinê. Wî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Mêrsînê xwendiye. Paş qedandina dibistana amadeyî, li Enqerê beşa Ziman û Wêjeya Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqerê qedandiye û niha jî li Enqerê karê wergerandin û mamostetiya zimanê Îngîlîzî dike.



Ercan Bingöl her çiqas hîn di zarokatiya xwe de bi muzîkê re mijûl bûbe jî cara ewil di Koma Stranên Hêvî de ku ev kom di bin baskê Navenda Çanda Cîwanan a Enqerê de bû, ket nav cîhana muzîka Kurdî. Wî di vê komê de stranên gelêrî û stranên ku wî bi xwe çêkiribûn, bi zimanê Kurdî, Ermenkî û Erebî vegotin. Wî her wiha di Navenda Çanda Cîwanan a Enqerê de dersên lêdana amûrên wekî tembûr û kemana kundirî da.



Piştî vê ezmûna hunerî, wî di nav Koma Rajenînê de bêhtir berê xwe da rockê û di vê koma navborî de bi awayekî rockê stranên Kurdî vegotin. Piştî Koma Rajenînê Ercan Bingöl bêhtir meyla xwe da awayê bluesê û bi gotinên zargotina Kurdî dest bi stranên bluesê kir. Wî bi tevî zargotina Kurdî ji helbestên xwe jî stranên country û blues-rockê çêkirin.



Ercan Bingöl di nav gelek çalakiyên hunerî de cîh girtiye û stranên xwe pêşkêş kirine. Di konseran de, di şahiyên biharê yên zanîngehan de, di şahiyên Newrozê de, di bîranînên Helebceyê de carna bi tembûrê, carna bi gîtarê, carna bi kemana kundirî û carna jî bi neyê; bi dengê xwe yê zelal û stranên xwe yên hestbar carna dilê guhdaran zîz kiriye, carna jî ew sermest kirine û coşandine.



bnr:

#at=25



31.07.2013 18:28 | arami