2. Destana Egîdekî
"Lêxin, lêxin hevalno lêxin,
Bibarînin bibarînin, birano
Ev me çi dihesibînin!"
Her roj, her êvar, her şev
Wî weha gotibû û gule barandibû
Roj qulipîbû ser êvarê, êvar ser şevê, şev ser rojê
Şer berdewam bû
Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr
Mêjî xurt, awir tûj
Dil keleha mêrxasiyê bû
Loma jî ne şer bû
Ya man ya neman bû
Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat...
Îxanet li rê bû
Îxanetê zora welatevîniyê biribû
Dor li wan girtî
Li jêr esker,
Li jor helîkopter
Nefes li wan çikiyayî bû
Li pala çiyayên serîbilind
Di gundekî bêçare yê Kurdistanê de
Wext, wextê şer, man û nemanê bû
"Hevalno, em çi bikin...
Bêgavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e
Lê gava bêgavî li ber deriyan e
Wext, wextê jîr û mêrxasan e
Wext hatiye; wext, wextê şer e, xurtî û huner e
Em pênc kes, ew pênc hezar kes
Em pênc hezar dil, ew pênc dil
Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq
Kî dikare dilê bi evînê hildavê vegêre?
Ma ev me çi dihesibînin!.."
Yek bi yek li hevalên xwe nihêrî
Ew yek bi yek hembêz kirin
Bi herdu tiliyên xwe yên destê rastê simbelê xwe bada
Çek, pûsat û rextên xwe şidandin berîk ajot devê tifinga xwe û got:
"Hevalno, ji bîr mekin
Em pênc hezar dil
Pênc hezar efsaneyên li ser lêvan
Pênc hezar destanên li ser kaxizan in
Pênc hezar stêrkên roniyên kurdan in..."
Saw û xofa mirinê coş û heyecana liberxwedanê hebû
Li ser berfa gewher rengê sor ê xwîn û tavê hebû
"Ax! Ev tav",
"Eger tava danê evarê li me biqulibe
Û em xwe bi evarê bigihînin
Heye ku deriyê felatê li me vebe!"
Çendîn şerê dijwar ew ketibûyê
Çendîn caran wî îxanet, daf, dek, xefik û kemîn dirandibû
Ew şervanê welatê şervanan
Rêgehê bav û kalan bû
"Ev çi hal e"
"Ez evîndar û şervanê ronahiyê
Ez dijminê tarî û zulmetê
Ez niha li hêviya şevê me"
Ew pênc kes bûn, çar mêr û jinek
Ku her yek ji derek, lê xwedî qederek "
Lêdin hevalno lêdin
Ma ev me çi dihesibînin!.."
Deh bi deh, sed bi sed
Teqîna çekan, vizîna gulan bû
Ne vîçîna teyran, ne hêrîna hespan
Ne ewîna segan, ne meyîna berxan
Ne jî denge însanan bû
Bi tenê dengek hebû
Zagon, zagona şer û li can bû
"Kî ne ev eskerên ku weha gule li me dibarînin
Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
Ma evîn û evîndaren wan
Hez u hezkaren wan nîn in
Çima ew hez û evîna me tênagihin"
Saet çend bû
Şevê çima weha mîna bûkekê xwe xemilandibû
Stêrk çima weha ronî
Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bû
Di vê sar û seqemê de çima weha germ bû
"Stêrkên welatê min
Heyva erd û axa min"
"Hûn şahid in; em ne diz û keleş in
Ne pêxwas û zikreş in
Em evîndarên we, egîdên ronahiyê ne
Eger li me qewimî û li vir em bûn şehîden we
Xebera mêrxasiya me bigihînin bi însan û gelê me"
"Ax li min dayê"
Çavên wê yên reş mîna çavên xezalan vekirî
Devê wê bi ken bû
Porê wê belavbûyî, stûye wê gola xwînê bû
Wî serê wê danî ser çoka xwe
Pişta xwe vekir, li stûye wê bada
Bi destan porê wê mist da
Bîstekê, bêdeng çavê wî li ser çavên xezalan ma
Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû
Û ew giriya
Di bin barana guleyan de ew giriya
Şev diçû
Stêrk diçû , heyv diçû
Xewna azadiyê, heviya felatê diçû
Hizr û bîr, serpêhatî û jiyaneke ciwan diçû
"Xwedêyo...
Ji berbanga Kurdistanê xweştir
Ji rojeke nû ya welatê min geştir çi heye!"
"Em diçin"
"Em diçin, le kî dikare rê li berbangên welatê min bigire
Kî dikare roja nû li welatê min qedexe bike?
"Em diçin
Em diçin, lê mîna ku bav û kalan dikirin
Ji vê roja nû re xêrhatin
Ji vê berbanga welatê min re stran û gotin divê"
Wext, wextê stranê welatê neçar bû
di berbanga sibê de, li serê çiyan
Alana dengê egîdekî xort bû
"Lê lê daye...
Lê dayê, serê sibê ye, sibeyeke xweş e
Vê serê sibê bayekî sar e, li min serma ye lê dayê..."
ax lê dayê
Dengê top û cebirxanan li ser sînga min e
Lê dayê, vê sibê çarnikar e, ax lê lê dayê
ax lê lê lê dayê
Hevalê Ezîz
"Edî tu çare tune, mirin û çûyîn li ber me ye
Eger em teslîm bin ji, qedera me mirin e
Em jî li ser riya kerwanê şehîda ne
Em hevudu hembêz bikin,
Heqê xwe ji hev re helal bikin
Wext nîn e, berî ku guleyek were
Em ber bi gulê herin
Di nav bedengiyeke kûr de
Wan tifingên xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
Defter û kaxizen xwe, cil û bergen xwe li ser hev danîn
Û li agire wan nihêrîn
Her yekî du bombe, her bombeyek li aliyekî navtengan
Bi xwe ve girêdan û dîsan li hev nihêrîn
Wext hatibû; wext,wextê çûyinê bû
Ba bû
Seqema serê sibê bû
Her der spî, her der gewher bû
Her der ronî, her der muqeddes bû
Jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wi hatibû...
Zaroktî, mala mezin, koşka jor
Kuçe û kolanên teng, bîren kûr
Bax û rez, av û çem, gund û zozan
Tirî û hejîrên bav û kalan
Keskesora barana biharan
Dengê kahr û berxan
Govend bû
Ji rojên bihurî govend bi bîrê hatibû
Dawet û dîlan li dar bû
Dinya mîna mehfûreke rengîn a kurdî xweş
Mîna destaneke kevnar geş bû
Ew li serê gowendê bû
Coş li ser dil, ken li ser rû
Ew govendkêşê dîlanê bû
Xwendin û dibistan dîsan xwendin û dibistan salên
unîwersîtê
Ev hemû, ev hemû niha li bîra wî bû
Bîr bûbû kevokeka bi firê ketibû
Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû
Kirasê sipî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû
Bê çek, bê pûsat, bê kiras û bê veger
Li ber çavên wî leylana berfa spî
Li ser dilê wî gurmina dengê şehîdan
Ma kî û kî li ser ve axê şehîd neketibû
Û axa rehmetê maç nekiribû...
Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû
Kirase spî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû
Wî destê xwe bir ber eniya xwe û ji bo cara dawîn
Li dora xwe nihêrî
Li dûr, li dûr reşahiya eskeran...
Li dûr, li dûr teyrekî mezin ê spî li firê bû
Bi baskên spî, ji aliyên çiyan ber bi geliyan
Li şahîdiya wê roja nû bû
Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li firê bû
Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bû?
Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bû?
Bîr dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê
Mal û malbat, xwîşk û bira
Ap û birazî, xal û xwarzî
Yek bi yek niha li ber çavên wî bû
Diya pîr a porspî li wir, li kêleka wî bû
Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;
"Dayê ez bî qurbanê
Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me
Îro jiyan e, sibê mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e
Lê lê daye...
Eger te rojek xebera mirinê bihîste
Tu bizanibe; min rûyê xwe reş nekiriye
Berxê te, çavreşê we, Reşoyê bavo şehîdê welatê me ye..."
Ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,
dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,
xew, tarî, bihar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,
dev, por, evîn, dayik, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hêvî,
dinya, evîn, dayik, hêvî, dinya, hêvî evîn...
Mehmed Uzun
|