Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kelemejû

profîla "kelemejû"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selahaddînê wanî] de;

1. navê wî selahaddînê kurê hecî ebdullahê wanî ye. xêncî wan, tu tişt di derheqê wî de nayê zanîn. kengê û li ku jiyaye? kes nizane. lê dîwaneke wî heye ku tehsîn îbrahîm doskî amade kiriye û navê vê jî dîwana serdaî.



helbestek ji dîwana wî:



ê ji cama 'işqê xwarî wê ji kewser çi bike

ê ku çûye gundê yarê wê ji cennet çi bike



ê dilê xwe daye zulf û rûyê yarê nazenîn

wê ji seyra sunbul û reyhan û gul ra çi bike



ez di vê rê navê bavim sofî tu te'na mede

di ezel pabendê 'işq û camê ra kî çi bike



ê bi dest ket dewleta dîdara yarê navê nav

bendekî dergahê yarê wê ji cahî çi bike



ne 'eceb e terka canî bo kesê fanî di 'işk

ew kesê 'aşiqê canan be ji canî çi bike



ferhengok:

bavim: bavêjim

te'na : sîtem, gazinde

pabend: girêdayî

cahî : çax, dem



16.10.2013 18:35 | kelemejû