Tirşik - Profîl
tirşik-profîla beroj mukriyanî

profîla "beroj mukriyanî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [parêv] de;

15. li bajarên sêrt û bedlisê yên bakurê kurdistanê tê çêkirin, herdu bajar û bajariyan jî ji bo patenta wê bigrin gelekî têkoşiyan, lê ji ber ku li sêrtê ereb pirbûn û di nava karsaz û burokrasiyê de hêza wan xurt bû patenta wê bi dest xistin, gewdeyên sax ên goşt ku di tenûrên bin erdê de dimînin ew goşta nerm dibe û xwe ji hevdu berdide, serê sibehan bi piranî tê xwarin heya bi taştêkî jî heye. lê piştî ku mirov demek dirêj her sibeh buryanê bixwe êdî mirov hîn dibe, nebêjin serê şeveqê beriya tav bavêje mirov çawa dikare goştê sor bixwe * gava mirov serê sibê diçê xwaringehên buryanê tu gelek kal û pî û mêvanên ku mudawîmê wê ne li wir dibîne. elbet serê sibê hinek şînkayî û pîvaz jî li ber xweş e. bi piranî he rporsîyon bi gr an jî kîloyan tê firotin. li got ku hûn çiqasî bixwazin datînin ser nan û davêjin firinê piştî çend deqeyan germa germa li ser nanê we tê ber we. elbet hûn bixwazin dikarin buryana bi hesî bixwin, yanî hestiyên wê pêve bin tahma wê pir ne cuda be jî bi hinekn xweştir e, yên dil bikin dikarin buryana bi tewş/rûnê zêde bixwazin.



21.06.2015 04:19 | beroj mukriyanî