Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keçkacindî

profîla "keçkacindî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwan haco û strana sê sê] de;

4. dengbêjên kal, stranên pir eyb jî bêjin bi guhê dayika min re eyb naye. diya min, guh dide wan û qet tif nake, dengbêj dibêje "lê lêêê qîza kerêê, te çima nizam çiyê xwe neda min..." ez ji şermê erdê diçim lê diya min rûdine wisa digirî, wisa digirî...

ez dibêjim qey; dengbêjeke kal rabe û strana "sê sê" bibêje, diya min wê rûne û ji wê re jî bigirî. *



25.07.2013 09:44 | keçkacindî

1. Dayika min jî mîna min heyrana Cîvan haco bû, taa ku... denge strana "sê sê" seh kir, got: "wiy lêêê ev çi dibêje! walleh nav me kurdan de sapikekî wiha çê nebûye!" êdî ez nikarim li cem diya xwe guhdariya tu strana cîvan bikim.



25.07.2013 08:52 | keçkacindî