Tirşik - Profîl
tirşik-profîla botan2

profîla "botan2"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paşa amedî] de;

1. Nivîskar, di 1970ê de li gundê Qerto (girêdayê navçeya Çêrmûga Diyarbekirê ) hate dinyayê. Di nifûsê de paşnavê wî " Kaymaz " e lê ji ber ku ji Diyarbekirê pir hez dikir bernavkê xwe kiriye " Amedî " niha paşnavê xwe di pirtûk û nivîsên xwe de " Amedî " bi kar dîne.

Perwerdeya seratayê li gund: dibîstana navîn pola yekemin li Dibîstana Herêmî ya Leylî ( Çêrmûg ) de dest pê kir, pola duyem û sêyem li dibîstana Ataturkê ya navçeya Baxlarê ( Diyarbekirê ) xwend. Li Lîseya Pîşeyî ya Tendurustiyê ya Diyarbekirê de du sal xwend, piştî ku mektep hate girtin naqlê Lîseya Koleja Tendûristiya İzmirê (Torbalı) bû.



Hezkirin û eleqedariya wêje, lêkolîn û nivîsandinê di vê heyamê de dest pê dike û berhemên wî di rojnameya Diwarê ya dibîstanê de derket. Di pola çaremîn de ji ber ku bizava li dijî laîsîzmê û dabeşkirinê de cih girtiye di derbarê wî de bîryara ji mektebê avêtinê tê dayîn, lê bi alîkariya heval û dostên wî ji vê bîryarê vedigerînin " 15 roj ji mektebê dûrxistinê". Piştî ku mekteb diqedîne (1992) li bajarê Îdirê dest bi karmendiyê dike.

Li bajarê Îdirê di damezrîna şaxa Weqfa Zehrayê de cih digre û dibe serokê weqfê. Di 28 Sibatê (1997) de her tim dihat şopandin û di bin çavdêriyê de bû, û di derbarê wî de lêpirsînên cuda vebûn.

Paşa Amedî, bi dîldariyê endamê Komeleya Nûbiharê ye û li komeleyê xebatên çandiniyê dike. Ji ber ku dewlemendiya zimanê Kurdî pêşbikeve nivîsên xwe tim bi zimanê zikmakî Kurdî/Kurmancî di nivîsîne.

Paşa Amedî, nivîsandina xwe 1999an de ewil bi nîşeyên rojnivîskê de destpê kiriye, nivîsandina bi rêkûpêk di 2007an de bûye. Di malperên nubiharder û gazetekurdê de edîtorî û nivîskarî kiriye.

Pirtûka çîrokî wî ya ewil Çûka Keko Peko /Pepûk di Weşanxaneya Nûbiharê de çab bû ( 2012 ), niha li ser çîrok û romanê Kurdî dişxule, û di kovara Nûbiharê û malperên kurdî de nivîs dinivîsîne.



24.07.2013 09:59 | botan2