Tirşik - Profîl
tirşik-profîla botan2

profîla "botan2"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çûka keko peko] de;

4. Bav û kalanên me axîn, êş, evîn, hêvî, hest û heyelên xwe yê veşartî bi zindî ji zarokên xwe re gotine û hatine gihîştîne me, û bûne çîrokên jiyanê.







Çîrok çand e, çîrok dîrok e, çîrok kevneşopiya gel e, çîrokên me malê netewa me ye.



Ku zarok çîrokên bapîrên xwe guhdar bike an bixwîne wê xwe di nav çanda xwe de xwe bibine, yê bi hestên dapîr û bapîrên xwe bijîn, wê di navbera wan de tu qutbûn çê nebe, herwiha zarokên me wê li ser koka xwe şîn bibin û xwe nas bikin.







Paşa Amedî, çûye gund, çîrokên gundê xwe berhev kiriye, pirtûka xwe bi navê " Çûka Keko Peko / Pepûk " pêşkêşê xwendevanan kiriye.





Pirtûk ji 11 çîrokan pêk tê, ji aliyê weşanên Nûbiharê ve hatiye weşandin.



http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=26028&LinkID=143



24.07.2013 10:54 | botan2

3. Li herêma Diyarbekirê li alê Çêrmûgê ji pepûkê re dibêjin " çûka keko peko"



24.07.2013 10:49 | botan2

1. " çûka keko peko " pirtûka çîrokê ya gelêrî ye, nivîskarê wî paşa amedî ye.

wateya çûka keko peko " pepûk " e, pirtûka çûka keko peko ji 11 çîrokan pêk tê,

û di 2012an de di weşanxaneya nûbiharê de çap bûye.



24.07.2013 10:18 | botan2