1. "Medî aryanên berî tên nas kirin ku hezar sala berî zayînê, li rex Deryayê Xezer (Kaspî, Mazenderan) bi rojavaya Asya koç kirine. Di pirtûka pîroz a Avestayê de hatiye ku ew diyar mîna bihuştê ye.
Med, navê bereke dîrokî û desthilatdariya wan e. Mediyan li xaka ku Kurdistan, Îran û parçeyek ji Anatolî û Mezopotamyayê desthilatî kirine.
Di demên kevn de ji rojhilat, başûrê Kurdistan û başûrê Azerbaycanê re Meda piçûk û ji Çiyayê Zagrosê û cihên wê ye din re jî Meda mezin dihate gotin. Paytextê Med bajêrê Ekbatana bû.
Mediyan kari ku, yekemîn Împeratoriya heri mezin a Dema xwe ya Îraniya damezirînin, berî ku Kûruşê mezin împeratoriya Îraniya bi têkeliya mediyan û persiyan damezirîtên. Rola Medan ji ber wê yekê girîng e, ku sebeba desthilatiya Îraniyan ser Rojavayê Asya bûn.Di sala 550-728 BZ de Medan bingeha Padişahiya Aryayiyan damezirand, li destpêka sedsala 6 BZ padişahiya Mediyan paş girtina Asûr û Lîdya wek şehenşehiyek mezin xwe nişan da.
Hebûna dewleta zormend a Asûrê û êrişên wê li ser axa Medan, sebebê yekîtiya Mediyan û çikirêna artêş dijî Asûriyan bû.
Herodot dibêje: "Asûriyan Pênsed salan ser Asya mezinî kir, lê Mediyan qebul nekir, ewan bo azadiyê xebat kir û rizgar bûn."
Dema Keyaniya Xeşterîtê Împeratoriya herî mezin di rojawa Asya yan di Med de bû."
|