Tirşik - Profîl
tirşik-profîla newenda

profîla "newenda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dildar] de;

1. "Dildar ( Yûnis Mele Re'ûf) (z. 20'ê reşemiyê, 1918 Koye − m. 12'ê tîrmehê, 1947[1] an jî 20'ê kewçêrê, 1948[2] Hewlêr) yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Başûr. Navê wî yê rastîn Yunis Re'ûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin. Dildar di sala 1918'an de li bajarê Koyeyê hatiye dinê.

Dibistana pêşîn li Ranyeyê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê di sala 1935'an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek awûqat kar dike.

Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rohilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransayê, Tirkiyeyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikşîne.

Li şûna awûkatiyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbesivaniya Dildar de tema here balkês, bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne.

Kurdistan bûye kakilê tema efrandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mehabadê tê saz kirin, dibe marşa vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.

Di salên şerê cîhanî yê duyem de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra edebiyata fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.

Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948'an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn."



08.10.2013 20:08 | newenda