Tirşik - Profîl
tirşik-profîla newenda

profîla "newenda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [azad ronakbar] de;

1. "Azad Ronakbar (9'ê kewçêra 1975'an - 24'ê berfanbara 2010'an) helbestvan û nivîskarekî kurd bû.

Navê wî yê rastî Ozgur Çoban e. 9 cotmeh 1975’an de li Tetwanê hate dinê. Malbata wî ji gundê Tetwanê Şirînşazê ye. Bavê wî ji karmendiyê karkinar bûye. Diya wî jina malan e. 1988’an de ji dibistana seretayî derçû bûye. Ji ber nexweşiya xwe nekarî perwerdehiya xwe dewam bike. Lê bi qasê çend dibistanan xwe bixwe perwerde kiribû.

Hetanî 15 saliya xwe cansaxiya wî di cih de bû. Piştî 15 saliya xwe yekcar nekarî lingên xwe bi kar bîne û kete li ser kursiya biteker. Ji ber ku astengdar jî bû dixebitiya û tije jiyan bû. Ji pirtûkan ji xwe re cîhaneke azad ava kiribû. Bi derfetên xwe yên kêm li malê zimanê îngilîzî bi asteke baş hîn bibû. Dîsa kurdiyeke akademîk bi derfetên xwe li malê hîn bibû. Ji xwe bawer bû û ji jiyanê hez dikir. Gelek jîr û jêhatî bû lê rewşa wî dest nedida ku têra dilê xwe bixebite. Di van salên dawî de tenê tiliyên xwe dikariya bi kar bîne.

Helbest û nivîsên wî di kovarên mîna Kovara W, Tîroj, Nûbihar û Evrensel Kultur de û di malpera Diyarnameyê de hatin weşandin. Xwedî û rêveberê malpera www.qesrapirtukan.com ê bû. Bi hêviyeke mezin vê malperê vekir û dixwest ku pirtûkên kurdî bigehijîne hemû cihana kurdî.

Ronakbar helbest û çîrok dinivîsandin. Du pirtûkên wî ji bo çapê amade bûn. Yek ji helbestên wî bi xwe pêk tê. Ya din jî ji helbestên Nazim Hikmet ku wî wergerandibû kurdî pêk tê. Lê sed mixabin Ronakbar van berhemên xwe çapkirî nedîtin û ji vê dinê bar kir û çû.

Xebateke wî ya din jî romanek bû. Di vê romanê de jiyana Mele Osmanê Xorosî yê ku tevlî serhildana Şêx Seîd bûye dixwest binivîse. Diviya ku jiyana Şêx Seîd û Mele Osman ya têkildarî hev bûne bîne zimên. Destpê romana xwe kiribû lê nexweşiya wî ya sala dawî nehişt ku bidomîne. Wisan bû ku ji bo nivîs û nameyên navbera Şêx Seîd û Mele Osman de bi awayê resen bide nîşan dixwest elfabeya kurdî ya erebî hîn bibe. Lê ev xiyala wî jî ma nîvco.

Ronakbar di hin demên cuda de tevlî pêşbirkan bibû û xelat girtibûn.

Di sala 2003’yan de di pêşbirka kurteçîrokan a Hüseyin Çelebi de xelata yekê;

Di sala 2008’an de di pêşbirka kurteçîrokan a Feqi Huseyn Sagnıç de xelata sêyan: Bextewarî û Mirin;

Di sala 2008’an de di pêşbirka helbestan a beşa kurdî ya Yılmaz Güney de xelata duyan.

Ronakbar di sala dawî de di gel nexweşiya lemlateyî nexweşiya bêhnê jî dikêşiya. Hefteyek beriya mirina xwe nexweşiya wî gur bû û wî şandin Nexweşxana Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê - Amedê. Li wê jî derman nebû vegeriya Tetwanê. 24'ê berfanbara 2010’an de li Tetwanê mir. Termê wî li goristana mizgefta Tetwana Kevn hate veşartin"



09.11.2013 22:00 | newenda