Tirşik - Profîl
tirşik-profîla felat

profîla "felat"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [merziye rezazî] de;

1. bi qasî 30 salan ji karê Pêşmerergatiyê heya stranbêjiyê Merziye li ser rêyeke dûr û dirêj meşiya.



Merziye Rezazî(Ferîqî) di 18ê. 05 Gulana sala 1958an da li bajarê Merîwanê(Rojhilatê Kurdistanê) di nava malbateke hejar da hat dinê. Malbata wan bi esilê xwe ji bajarê Sine ne. Hê zarok bû ku deng û awazên xweş(çi Kurdî an jî Farsî) mîna mêqnatîsekî bihêz ew ber bi xwe ve dikişandin. 8-9 salî bû ku di dibistanê da bi Farsî stranên hunermendên Îranî yên navdar dixwîndin. Ji lîstik û şanoyê jî pir hez dikir. Ji ber wê jî di nava mamosta û hevalên xwe da keçeke xoştivî bû. Çi minasibetên cejin û şahêyên ku di dibistanê da çêdibûn, Merziye têda beşdar bû. Dema zanî ku Fetane Welîdî bi zimanê wê yê zikmakî distire, stranên wê ezber kirin û xwîndin. Lê dema ku mezin bû û dengê wê kemilî, êdî di nava malbatê da jî kesî qebûl nedikir ku ew bistire. Ew li ser wan salan wiha dibêje:” Carekê xalê min ez xistim nava tenûra nanpatinê, kêm mabû ku ez ji germa bifetisim. Çimkî him cih teng bû û him jî xuliya hundirî tenûrê hê germ bû. Rojek berî wê nan têda hatibû patin. Sedem jî ew bû ku wê rojê min di dibistanê da bi dengekî bilind stran gotibûn. Xalê min ez ceza kirim û ji min xwest ku êdî nestirim...., hingî min zanî ku rejîmên dagîrker çi bi serê me anîne û çawa em di nava feqîriya çandî da dorpêç kirine...”

Salên desthilatdariya Mihemed Riza şahê Pehlewî rojhilatê Kurdistanê ketibû ber şilqên siyaseta serkût û asîmîlasyonê. Dema ku Merziye bi çavekî vekirî li derdora xwe nêrî, zanî ku dewleta desthilatdar ziman, çand û edebiyata Kurdî li her derê qedexe kiriye. Ji ber wê jî êdî bi zimanê Farsî nestirî û giraniya xwe da guhdarkirina stranên radioyaya Bexdayê. Li wira bû ku êdî Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan û Gulbihar jî bi rêya deng û stranên wan nas kirin. Ew têhinîya wê hindê bû ku li ser jiyana jinên Kurd yên stranbêj infarmationan kom bike û wêneyên wan jî bibîne.

Merziye di rojhilatê Kurdistanê da yekemîn jina Kurd bû ku huner û strangotin ji xwe re kiribû karekî sereke. Herçend beriya Merziyê gelek jinên mîna Menîc Heyran, Gîtî Bêhiştî, Şehîn Talbanî, Îran xanim Mocered, Fetane Welîdî û çend kesên din jî hebûn ku dengê xwe gehandibûn guhê xelkê, lê zû ji qada hunerê derketibûn û kesî nedizanî li kûne û çima rêya xwe nedomandin!.

Merziyê ji zarokatiyê destpêkir. Evîna hunerê mîna agirekî êşqa wê gortir kir û weke tiştekî cewherdar kete nava xwîna wê. Dema ku bû ciwan, doza Kurdistanê jî naskir û zû pêhesiya ku rejîma Pehlewî dijberên azadiya bîr û rayên Kurdayetiyê ye. Çalakiyên xwe yên siyasî destpêkirin. Xwendina xwe ya destpêk û navendî li bajarê Merîwanê bi dawî anî. Li Sine xwendina xwe ya di warê hînkariyê da bi dawî anî. Bû mamostaya dersbêjiyê û di gundên herêma jiyana xwe de dest bi dersgotinê kir. Di nava civaka gundiyan da bêtir bi kurahiya êş û elemên Kurda hesiya. Ji ber wê jî şev û roj dixebitî ku sewiya xwendinê di nava zarokên Kurda da bibe serî. Ji keç û jinên Kurd re behsa rolê jinê dikir. Dixwest wan ji rewşa rastîna jiyanê aghedar bike, lê derdên giran ne yek û hiza bûn....

Sala 1977an bi koma( Korî Mûsîqay Sine) re dest bi xebatê kir û çendîn cara li pêşberî gel dest bi strangotinê kir. Careke din vegerî Merîwanê û li gundekî derdora bajar dest bi dersgotinê kir. Piştî du salan careke din çû bajarê Sine û li wira ji zarokên dibistana seretayî re ders digot.



Merziye sala 1978an bi hunermendê naskirî Nasir Rezazî re zewicî. Êdî ji wê salê û pêda hêdî-hêdî dengê serhildana gelên Îranê li her derê dihat bihîstin. Merziye mîna şêrejineke çeleng mil bi milê Nasir û hevalên xwe yên din di rêpîvanên li dijî rejîma Pehlewî, beşdar dibû.



Êdî mîna keçeke şoreşger ji aliyê dost û dujiminan ve Merziye navekî naskirî bû. Sala 1978an demeke kurt ji aliyê beşa parastina rejîmê ve hat girtin û ji ber çalakiyên siyasî mafê mamostatiyê jê hat standin.



Wê û Nasir hêlîneke germ ji xwe re durist kiribûn. Êdî bi Nasir re hizr û ramanên wê yên siyasî û hunerî bêtir ji berê bişkivîn. Li Sine û bajarên din yên Kurdistanê wan komeke hunerî damezrandin û xwestin bi stranên xwe yên siyasî pileya rewşenbîriyê di nava gel da bilind bikin: N. Rezazî, Necmeddîn Xûlamî, Merziye Rezazî û çend hevalên din li dora hev kombûn û dest bi karê kolectîv kirin.



Sala 1980an rejîma Xûmêynî piştî ku cihê piyê xwe peyt kir, kete serkûtkirina şoreşgêrên Kurd. Nasir pêşmergê Komeley Şoreşgêrî Zehmetkêşanî Kurdistanî Îran(Komel)ê bû. Ber bi çiya meşiya, lê Merziye di nava bajar û gundan da mijûlî dersbêjiyê bû.



Dujmin zû bi kar û çalakiyên wê jî hesiya. Êdî li gor zagûnên komara îslamî mafê jinê yê strangotinê jî tunebû. Ev di rewşekê da bû ku Merziyê him xebata siyasî dikir û him dixwest di cîhana hunerê da jî şiyanên xwe bide xuyanîkirin. Neçar ew jî ber bi çiyayên Kurdistanê çû û çeka pêşmergatiyê da milê xwe. Di jiyana pêşmergatiyê da Merziye him dayik, him hunermend û him jî şoreşgereke bi pirensîp bû. Di nava şer û şoreşê da ew bûn xwediyê keç û kurekî bi navên Dilniya û Mardîn. Wan hemûyan li çiyayên Kurdistanê xwestin ku qeb-qeba deng û awazên xwe bigehînin her dera Kurdistanê. Wan bi hevre di nava çiya û newalên Kurdistanê da komek bi navê Korî Bangewaz damezrandin. Di nava “Korî Bangewaz” da gelek stran û marşên millî tomar kirin û bi rêya radioyê bi xelkê dan bihîstin. Êdî ti pêşmerge nebû ku hemû rojê bi stranên wan zêdetir ji rojên berê hez li welatê xwe neke.

Cara yekê ku dengê Merziye li her derê belav bû, ew hê li çiyê û pêşmerge bû. Marşa bi navê “ Silaw bo Pêşmerge” bi dengê Merziyê li herdera Kurdistanê belav bû:



Silawî germî dilî pir hûmêdî met pêşkêş

Pilingî herdî wilat ey hevalî Pêşmerge



Le dewrî dest û tifengit gerêm ke rojî xebat

Le astî helmetî tîjit çi agirê berge



Ewêste tuy le şewî tar momî helgîrsaw

Le nêw dilî şewezenga weku girêk rasaw





Ke ratşekanduwe ala be destî xarawit

Degey le kosp û bowaran be hestî parawit





Silawî germî dilî pir hûmêdî met pêşkêş

Pilingî herdî wilat ey hevalî Pêşmerge



Merziye di rojhilatê Kurdistanê da yekemîn jina Kurd e ku marş an jî sirûda bi navê (Silaw bo Pêşmerge) tomar kiriye. Piştî wê stranên:” Giyanekem be asmanî şîn( ku straneke mamosta Ezîz Şarox e û Merziyê bi hinek gûherandinên ku di helbesta wê da çêkirine, ew xistiye qalibê marşeke şoreşgerî), Maçî Xudayî û Payîz” tev stranên serdema pêşmergayetiyê ne ku bi îmkanên herî kêm di çaxê şoreşgeriyê da xwindibûn.



Sal derbas bûn. Êdî ji ber nebûna îmkanên hunerî li çiya û şaxên Kurdistanê, Merziye û Nasir sala 1985an dest ji karê Pêşmergatiyê berdidin û mîna penaber hatin welatê Siwêdê.



Li Ewropa Merziye xebitî ku bi awayekî profesyonal dest bi kar û xebata xwe ya hunerî bike. Lê zarokê malê yê biçûk(Kardo) bû sedem ku ew çend salên din jî bêçalakî bimîne. Sala 1994an bi mamosta Nasir Rezazî re Cdyeke hevpar belav kirin ku bi germî ji aliyê muzîkhezên Kurd ve hat pêşwazîkirin. Piştre geşteke hunerî li Amirîka, Ustraliya û piraniya welatên Ewropa dan destpêkirin. Bi vî awayî Merziyê di huner û evîna xwe ya ji strana Kurd re pêngaveke din ber bi pêşve avêt. Dema Med TV dest bi weşanê kir, deng û dîmenên Merziyê û Nasir li her çar perçên Kurdistanê belav bûn.



Li rex karê huner, Merziye ji bo mafê jinan û zarokan jî xebat dida meşandin. Wê xwe ji partî û rêxistinên Kurdistanê dûr nedixit. Bîr û ramanên Merziyê Kurdistanî bûn. Di hemû civînên ku li ser mafên jinan dihatin çêkirin, Merziye amade bû. Ew li welatê Swêdê endama komela parastina mafê zarokan bû. Herwiha di Parlmana Kurdistanê û Kongra netweyî da jî endam bû.



30.08.2013 22:45 | felat