Tirşik - Profîl
tirşik-profîla felat

profîla "felat"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ehmedê xasî] de;

1. Yek ji şairên Kurd ê bi zaravê Dimilî û herî bi nav û deng, Mela Ehmedê Xasî ye.Ew di sala 1863 an de li Hezanê ji dayik bûye. Li gor hin rîwayetan, ew di sala 1950 de çûye dilovanîya xwe! Navê bavê wî, Mele Hesen e û ji eşîra Xas e. Li gorî gotinan, bapîrê M.Ehmed ji Bîngolê koç kiriye û çûye Heza nê cîwar bûye. M.Ehmed, pêşî xwendina xwe di medreseyên li Kurdistanê de kirîye û xwendina olî xwendîye, heta ku xwendina Rêzê kuta kiriye. Destûrna- meya xwendinê, ji Hecî Brahîm Efendi yê miftîyê Dîyarbekir wergirtiye. Xasîyê nemir bi herdu zaravên Kurdî -Kurmancî û Dimilî- herweha bi zimanê Farisî û Tirkî jî dizanibû. Lê belê wî nivîsarên xwe piranî bi Dimilî nivîsîne. Gelek helbest bi Kurmancî û Erebîjî ristine. Nivîskarê hêja ji ber welatparêzîya xwe, di dema kutaneka sazûmana Siltan Evdilhemîd de ji Kurdistanê hatiye cîhêlkirin û li Girava Rodosê di bin çavdêrîya mecbûrî de maye. Melayê Xasî demeke dirêj li Hezanê (Lice) maye û ciranê Şêx Selîmê rêçika Nexşebendî bûye. Malbata Şêx bi zaravê Kurmancî dipeyivin. Lê xelkê Hezanê bi Dimilkî (Zaza) dipeyivin. Mixabin, di wê demê de Şêx Selîm hevalbendê Dijmin bû. Mela Ehmed jî welatparêzekî germ bû. Ji ber wê yekê, navbera wî û Şêx timî dubendî bû. Lê dîsan jî Melê Xasî, hîç jê pixav nekiriye û bê tirs û bizd li welatparêzîya xwe heta dawiya jiyana xwe domandîye.

Pirtûka Mela Ehmedê Xasî ya ku îro li Kurdistanê bi nav û deng e, "Mewlidê Nebî" ye. Bi tevayî 18 beş û 378 beyt in. Rêz, bi yazde kiteyan dikişin û qafîyeya her du rêzên beytan jî bi yek tîpê ne. Herweha eynî wek Mewlûda Mele Ehmedê Bateyîye. Çimkî cara yekem bi zimanê Kurdî (Kurmancî) Mewlûda Batê hatîye nivîsandin. Di pey wê de, çi mewlûdên ku ji alîyê nivîskarên Kurd ve hatine nivîsîn jî, tevek li gor pêveçûna Mewlûda Batê hatine çêkirin. Melayê Xasîji xeynî Mewlûdê pirtûkek bi navê "Cengnama Kurd û Ermen"iyan jî nivîsîye. Mewlûda Melayê Xasî, cara pêŞî di 25 ê Adarê sala 1315 (1898) an de, li Dîyarbekir di çapxana "Lîtografya"yê de çap bûye û 400 jmar derketine. Di van salên pa§î de jî, nivîskarê Kurd Malmîsanij ew ji tîpên Erebî wergerandîye tîpên Latênî. Lê mixabin heta niha jî bi tîpên Latê nî wek kitêb li çapê neketîye. Bes wî derbarê Mewûdê di kovara HÊVI, jmar: 4, rûpel: 75-97 an de nivîsîye û wê daye naskirin.



01.09.2013 00:18 | felat