Tirşik - Profîl
tirşik-profîla felat

profîla "felat"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [el dineweri] de;

1. Li Dînewera ku di navbeyna Hemedan û Kirmanşayê, ya ku yek jî navendan çandê yên girîng ên wê serdemê bû hatiye dinyayê. Li bajarê Îsdahana Îranê perwerdehiye astronomî, matematîk û mekanîkê, li bajarên Iraqê, Kufe û Basrayî jî perwerdehiye filolojî û helbestê girt.

Dînewera ku li ser rêya hewrîşime bû xwedi erka metropolekê bû. Bajarê Dînewerê ji ber vê taybetmendiya xwe gelek alimên mezin ezimand. Tişta ne ji rêzâ ya Ahmed Dînewerî, rûmeta wî ya ku ji gelê xwe bû. Gava li berhemên wî yên ku gîhîştine vê rojê bê nerin wê nêrîna kurdekî bê çawa li dinyayê dinere bê dîtin. Ne ecêb e ku xebatta wî ya ewil a tê zanin "Ensab el Ekrad" li ser koka Kurdan e.

Çavdêriya ewil ya ku wê ji xebatê wî derkeve berfirehiya zanîna wî ye. Portreya alimê xwedî gelek alî mohra xwe li xebatên wî xistiye.



Em dikarin di nav nîvîsarên wî yên bijarte de vana bijimêrin:

- Ensab el-Ekrad (Bapîrên Kurdan)

- Kitaba El-Cebr ve'l Mukabele (Pirtûka Cebîrê),

- Kitab el-Nebat (Pirtûka Nebatan),

- Kitab el-kusuf (Pirtûka Girtina Royê),

- Kitab el-Redd ala Rasad el-İsfahani (Valaderxistina Çavdêriyên Astronomik ên El-Îsfahanî),

- Kitab el-Hesab (Pirtûka Hesabê),

- Bahs fi Hisab el-Hind (Dahûrîna Hesabê Hindê),

- Kitab el Cem ve'l Tefrik (Pirtûka Aritmetîkê),

- Kitap el-Kıble ve'l Zeval (Pirtûka Ciyê Stêrkan),

- Kitab el-Enva (Pirtûka Hewayê),

- İslah el-Mantık (Pêşxistina Mantıqê),

- Ahbar el-Tival (Dîroka Giştî),

- Kitab el-Kebir (Dîroka Zanînan),

- Kitab el-Fesaha (Pirtûka Retorîkan),

- Kitab el-Buldan (Pirtûka Erdnîgariyê),

- Kitab el-Şiir ve'l-Şuara (Pirtûka Helbestê û Helbestvanan).



 



05.11.2013 20:04 | felat