Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gurê manco

profîla "gurê manco"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nûbihara piçûkan] de;

3. ferhengeke erebî – kurdî ye ku ji aliyê ehmedê xanî ve ji bo zarokên kurdan bi awayekî menzûm hatiye nivîsandin. seydayê xanî sedema nivîsandina vê berhemê wisa diyar dike:



ne ji bo sahib rewacan

belkî ji bo biçûkêt kurmancan



wekî ji quranê xelas bin

lazim e li sewadê çav nas bin



da bi van çend reş belekan

li wan tebî‘et melekan



derê zihnê vebîtin

her çî bixwînin zehmet nebîtin



* sahib rewac: kesê ku lûxetê wî qîmet sitendiye ango miletê wî bûye xwedî dewlet, zimanê wî bûye zimanê fermî, weke tirk û ereban



* reş belek: bêjeyên ku bi hibra reş hatine nivîsandin û kaxizê spî bi wan belek bûye



berhem ji destpêkek, 13 beşên bi navên "qit’e" û li gorî nusxeyên jihevcuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê. di vê berhemê de seydayê xanî bi tenê zarokan hînî ziman nake, di serê her qit'eyê de şîretekê jî li wan dike:



heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf

di dinyayê tu nabî ne meşhûr û ne me‘rûf



xanî di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz(behr)ên sîstema kêş (wezn)a 'erûzê 7 pêlawazên ku munasibê

helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: recez-hezec-remel-mudari'-besît-serî‘-muteqarib. bi vî awayî behrên erûzê yên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi zarokan dide jiberkirin:



ey ku te kibrê daim kirye ji bo xwe merkeb

ewwel tu "bê" bike "yê" paşî bigêre merkeb



mef 'ûlû fa'îlatun mef 'ûlû fa'îlatun

çi xweş wezn e bê melal e ger bit mudari' exreb



* merkeb: tiştê ku mirov lê siwar dibe



* ewwel bu tu "bê" bike "yê": heke tu "bê"ya ku di bêjeya "kibr"(&lîbîdo/65244;&/65170;&şorika xwe xwarin/65198;)ê de ye bikî "yê" wê bibe (&lîbîdo/65244;&musa herdem/65267;&xewle/65197;) yanî "kîr". gelek feqî û mela vê bêjeyê wek "zeker" (penîs) dipejirînin û dibejin seydayê xanî di vir de îronî kiriye. lê bi ya min ew "kûr" (kûra hedadan) e. çawa ku tê zanîn di devoka hekarî (her wiha botan û behdînan) de dengê "û"yê carinan vediguheze "î"yê (mînak: bûk > bîk) û ev metafor jî "dojeh"ê îşaret dike. wate, kesê ku li dinyayê merkeba wî kibr, fexr, pozbilindî û bitrî be, li axretê merkeba wî wê agirê pufdayî be ku agirê dojehê ye, lewre cizayê kibrê agir e. çawa ku pêxember eleyhîsselam dibêje, "kesê ku di dilê wî de bi qasî zerre kibr hebe naçe bihiştê".



27.07.2013 17:34 | gurê manco