Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sûlava fîskayayê] de;

4. sûlava ku dest bi herikandinê kiriye û gelek xweşik jî bûye.



18.07.2014 00:38 | brusk56

1. sûlava ku qaşo li amedê li taxa fîskayayê ye. lê hê tiştek wisa tune ye.

şaredarî beriya çend salan bi armanca çêkirina sûlavê despî kar kir lê ew qas hêdî hêdî dişixûliya ku tu kesî nedizanî mesele çi ye. paşê hat gotin ku, ger ev sûlav herdem bişixûle wê gelek pere biçe. ji ber ku divîyabû her û her av ji dîcleyê heta fîskayayê bi motoran bihata şandin. ji ber wê jî proje wisa mabû.



neyse xwedê hez kir ; ji bin înşeata avahiya otoparka nû a şaredarî li ser riya fîskayayê, hê mirov negihayî dtso'ê çêdike, av derketiye. erê ji bo avahiya otoparkê çêkin axê kolane, av jê derketiye. wê niha wê avê ji wir bibin, fiskayayê û ji wir berdin û aha ji te re sûlava fiskayayê *



nîşe ; av agahî û nûçe, cara yekem di tirşikê de tê eşkere kirin. min bi têkiliyên xwe yên taybet bi dest xist.

(bnr: îstîxbarata tirşikê)



25.06.2014 00:48 | brusk56