Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sernivîsên filman ên di tirşikê de] de;

2. sernivîsên ku bi min divê di zimanê xwe yê orjînal de bê vekirin. hey nexwe tevlihevî çêdibe.

weke mînak filma a spotless mind of eternal sunshine wê çawa li kurdî bê wergerandin ? ez nabêjim nikare bê wergerandin lê te wergerand, wê herkes weke te wergerîne gelo ?

min heta niha sernivîsên filman ên ku min vekiriye de, bi navê orjînal a filmê sernivîs vekir û paşê di peyama yekem de behsa wateya kurdî a navê filmê jî kir. ger sernivîs bi vî awayî bên vekirin wê, zêdetir bi rêk û pêk be ..



23.10.2014 00:17 | brusk56

1. yên ku xwendina wan, piştî temaşe kirina filmê gelek xweş e. gelek caran piştî mirov guhdarî filmekî kir, dixwaze hinek di derbarê de biaxive û fêm bike bê ka wî çi jê fêm kiriye û xelkê çi fêm kiriye. an jî dixwaze di derbarê de tiştek binivîse.

ji xeynî van pêwîstiyan, beriya ku mirov guhdarî filmekî bike dixwaze, li şîroveyan binêre ku bizane kêr tiştekî tê, an jî hêjayê guhdarkirinê ye an na.



lê divê di peyamên di bin van sernivîsan de, spoiler tune be, an jî hebe jî serî de divê hişyariyek hebe. ji ber ku ew kesê ku tê li şîroveyan dinêre, dawiya filmê bibîne wê ji bo wî tu wateya filmê hema bêje nemîne. lewma dema mirov behsa mesela mirina lîstikvanekî filmê kir, an jî dema behsa dawiya filmê kir divê hê negotî bêje di hevokên pêş de spoiler heye. dema spoiler xelas bûn jî dikare vê yekê diyar bike.



23.10.2014 00:12 | brusk56