Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amedspor] de;

73. tîma ku hêviya me ew bû, lîg bên îptal kirin û di lîgê de bimîne. ji ber ku ger lîg neyên lîstîn, wê ji lîg ketinê jî rakin bo îsal. lê tff biryar da ku hemû lîg bên lîstin. piştî vê biryarê îxtîmalê di lîgê de mayînê gelek kêm bû.

lê, dîsa jî hêviya min a îptal bûna lîgan heye. îro tîma sancaktepe'yê daxûyanî daye û eşkere kiriye 3 futbolîst û 6 xebatkarê wan corona pozîtîf derketiye. 2-3 nûçeyên din ên wisa derkevin, wê lîg teqez îptal bibe.



09.05.2020 19:25 | brusk56

71. Beriya ku pêşbazî îptal bûn, di rewşek ecêb xerab de bû.
Di rêza 16emîn bû û 3 puan bin ya 15emîn bû.
Îxtîmala ji lîgê ketinê gelek zêde ye.

Lê niha îxtimalek din derket holê, dibêjin tff dibe ku lîga duyemîn û sêyemîn îptal bike. Wê roja sêşemê di koma zanistî de were nirxandin.

Ger tiştek wisa biqewime, em ê di ligê de bimînin.
Ya bi xêr..



02.05.2020 18:34 ~20:34 | brusk56

70. heftiya borî, li rihayê 5 gol avêtin şanliurfaspor'ê. lê ev ne ew qas nûçeyek baş e ji ber ku herkes rihayê têk dibe.
wê vê heftiyê li amedê li hember sariyerê bilîze. divê em vê maçê bistînin. ji ber ku dawiyê dewreyê tê û em gelekî nêzikê xeta sor in.

ji bo ku em bikaribin maçê bistînin, divê piştgiriyeke mezin a aligiran hebe. divê rêveberiya amedspor'ê, pêşbirka sariyerê ji bo jinan bêpere bike û bilêdan jî bike 1 tl. ev yek wê atmosferekî gelek xweşik derxîne holê..



11.02.2020 21:30 | brusk56

69. tîma ku îsal qet rewşek gelek xerab de. aniha di rêza 16'ê de ye.
vê heftiyê wê bi rihayê re bilîze. ji xwe divê teqez rihayê têk bibe û ji xeynî wê jî divê 3-4 pêşbirkan qezanc bike an na îşê me gelek zehmet e.

lê baweriya min tam e. ger ji aliyê hakeman û tff'ê mûdaxaleyek neyê kirin, li gor fikra min ew ê bi hesanî di lîgê de bimîne.



06.02.2020 12:00 | brusk56

67. îro suleyman soylu gotiye min mûfetiş şand amedspor'Ê tam wek gotina min derket. şaredariya bajarê mezin û şaredariya ferqînê alikariya amedspor'ê kirine.

xwedê aqil bide. kîjan şaredarî heye piştgirî nade tîma bajarê xwe. ji xwe tu ji serokê amedsporê bipirsî ew ê bêje şaredarî çi alikarî kiriye.



30.12.2019 21:36 | brusk56

64. tîma ku 4 maçên dawî ên li mala xwe de lîst, bi piştgiriya aligiran, hemûya qezenc kir.
bi rastÎ jî serkeftinek gelek şaşker bû. ji ber ku ji xeynÎ van maçan, di 12 maçan de tenê 8 puan standiye. yanê ev maçên me di hûndir de kar kirÎ tune bûya, em teqez ji lîgê diketin.

encama 4 maçên dawî ên li amedê hatî lîstin :

Amed Sportif 2 - 1 Başkent Akademi
Amed Sportif 1 - 0 Afjet Afyonspor
Amed Sportif 3 - 2 Yeni Çorumspor
Amed Sportif 1 - 0 Kırklarelispor



08.12.2019 23:34 | brusk56

63. tîma ku bi daxûyaniya dawî a suleyman soylu'yê hebûna wî ketiye xetereyê de.
bi rastî aniha ditirsim ku bê girtin.
suleyman soylu dibêje aniha derdê pkk'ê amedspor e û cemîl bayik gotiye bila jê re 400-500 hezar tl were berhev kirin.
teqez teqez vir û derew e.
lê belasebeb daxûyaniyên wisa nadin.
ya bi xêr ...



27.11.2019 22:51 | brusk56

61. îsal heta niha ji 14 maçan tenê 14 puan stand.
rewş qet ne baş e. aniha di rêza 15'ê de ye.
ji xwe serê salê jî me dizanî îhtîmala derketina lîga jor tune ye. ev ne suprîz e lê wisa xûya ye ku em ê têkoşîna mayîna di ligê de bidin.
divê em zû 2-3 maçan bistînin hey nexwe îcarî wê îhtÎmala ketinê derkeve holê.



27.11.2019 00:10 | brusk56

60. di sezona nÛ de, despêkek gelek gelek xerab kir.
heta niha ji 4 maçan tenê puanek standiye.
lê dîsa jî şampiyonê me ew e.



22.09.2019 14:04 | brusk56

59. tîma ku îsal ji kehra xwe em kuştin.



19.12.2017 08:19 | brusk56

55. vê heftiyê dîsa nekarî 3 puan bistîne. temam deplasman bû û reqîp jî ne tîmek xerab bû, lê ew qas pozîsyon reviyaye ku mirov bi rastî pir aciz dibe. bi vî awayî bidome wê îsal jî nekare derkeve.

heftiya bê jî wê bi istanbulspor bilîze ku aniha di rêza yekem de ye.

lê vê carê baweriya min tam e. vê heftiyê 3 puan a me ye.



19.09.2016 18:20 | brusk56

54. tîma ku îsal di herdû maçên pêşî de 4 puan standin.

wê sibe jî bi nazilli belediyesporê re bilîze. înşelleh 3 puan a me ye.



16.09.2016 12:47 | brusk56

48. wê sibe derkeve maça fenerbahçe'yê. maç li amedê ye lê mixabin wê aligir tune bin. ne yê amedsporê ne jî yê fenerbahçeyê. û dîsa mixabin wê deniz naki jî tune be..



09.02.2016 00:04 | brusk56

44. Tîma ku ez wan hezaf caran pîroz dikim. Bi rastî serkeftineke pir mezin bidest xistin.

Ji ber ku ev serkeftin li hember bursasporê hat standin, hê qîymettir e bo me * di vê rojevê de ku tenê ji mirinan pêk tê, ji me re bû moralek. Gelek spas.



01.02.2016 00:09 | brusk56

39. tîma ku îro di deplasmanê de, li hember medipol başakşehir'ê dîsa serkeftinek pir mezin bi dest xist. heta deqeya 67'an 2-0 pêş de bû. paşê di 67 û 90'an de 2 gol xwar û maç 2-2 xelas bû.



niha kupayê de bû raqîbê bursaspor'ê. lê mixabin pêşbirk li bursayê ye. wê bi ihtîmaleke mezin dîsa şer derkeve.



29.01.2016 00:00 | brusk56

37. tîma ku wê îro saet 16.00 an de, derkeve pêşbirka şanlıurfasporê. ger bikare rihayê têk bibe hema bêje wê teqez ji koma xwe ya türkiye kupasıyê derkeve.



11.01.2016 08:18 | brusk56

36. 20 hezar tl ciza xwariye ji ber ku di pêşbirka başakşehirê de "propagandaya îdeolojîk" kiriye.

kîrkujinbav wê bi van cizayan bibin sedem ku tîm top biavêje. her heftî wisa ciza bixwe, dike pereyek gelek mezin. ji aboriya tîmê gelek xerab e.



29.12.2015 23:34 | brusk56

34. tîma ku duh 2-1 karî bandırmaspor'ê û despêkeke baş çêkir di kupaya tirkiyê de.



17.12.2015 10:43 | brusk56

32. tîma ku îro derket maça eyûpsporê.

nivê pêşîn a maçê 1-0 di paş de xelas kir û di nîvê duyemîn de 4 gol avêt û tekbirina xwe ya yekemîn stand di deplasmanê de ..



03.11.2015 22:19 | brusk56

30. tîma ku îro li amedÊ, tarsus idman yurdu 2-0 têk bir. aniha di rêza 5ê de ye.



18.10.2015 16:59 | brusk56

26. tîma ku heftiya borî li gel bandirmasporê, di deplasmanê de 2-2 ma û pûanek stand ji şampiyona lîgê. futbola ku 4-5 heftî ye tê lîstin gelek baş e. bi vî awayî bidomîne wê bimîne play-off an û heye ku bikare derkeve lîga jor jî.

di vê navberê de van rojan li ceylan park ê wê gogbazê amedê roja îmzeyê çêkin. li amedê li ser bilboardan bi rengên kesk û sor û zer reklama wê hatiye kirin. xûya ye ev tîm hingî diçe wê bibe tîma kurdan û kurdistanê ..



09.02.2015 09:44 | brusk56

15. tîma ku keyfa kurdan xweş kiriye.

wele helal be ji wan re li hember galatasarayê ku bi tîma xwe ya esîl derketibû pêşbaziyê, gelek baş lîstin û 2 golek xweşik jî avêtin.

bi vî awayî bilîzin wê di lîgê de jî bimînin play-off an.

pêşeroja vê tîmê heye ..



22.01.2015 23:34 | brusk56

10. tîma ku min duh peyamek avêt rûpela wan a facebookê û axaftineke wisa derbas bû di nav me de ;



ez ; merheba.

rûpela we amede kirî gelek xweşik e.

lê xwestekek min heye ji we. weke navê tîma me amedspor e û weke amedspor tîma kurdan e, nexwe divê hûn di vê rûpelê de, şandiyên bi kurdî jî biweşînim.

qene hûn dikarin vê bikin ; parve kirinên xwe bi tirkî û kurdî bikin. ma tiştek pir zehmet e ?





amedspor ; Ne zehmetiye eme bi kurdi ji parvebikin sandiye xwe.

U daxwaziya me gava parvekirina kurdi me kir zedetir ecibandin lazime ji mera.



ez ; hûn parve bikin soz em ê biecibînin



amedspor ; Spas henuz em kurd in parvekirinen kurdi sedi sed hebe.



hewce bû piştî van bersivan min bigota ger bi vê kurdiyê be hema qet nenivîsin lê, dîsa jî ji tunebûnê çêtir e ..



02.11.2014 20:49 | brusk56

6. tîma ku îro li amedê li dijî gumuşhanespor lîst û nekarî bi ser keve. maç 1-1 xelas bû.



02.11.2014 15:42 | brusk56

4. tîma ku di maça turkiye kupasıde albimo alanyasporê 3-2 têk biriye û heq kiriye beşdarî koman bibe.



30.10.2014 10:13 | brusk56

2. tîma ku ez ê ji Diyarbakır Büyükşehir Belediyesporê zêdetir bixwazim bi ser bikeve..



30.10.2014 01:37 | brusk56