Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di medyaya civakî de bikaranîna kurdiyê] de;

5. ya ku hingî diçe zêde dibe. elbet ne di asta ku em dixwazin de ye lê şikir ji xwedê re hingî diçe kurd li xwe dihesin û vedigerin li ser zimanê xwe..



06.02.2015 09:36 | brusk56

1. tiştek gelek giring e.

çalakiyek sîvîl a gelek bibandor e. rastî jî di medyaya civakî de kurdî nivîsandin û bi hevalên xwe re kurdî axaftin mîna li kolanan çalakî kirinê ye. herî kên bi qasê wê giring e.

ji ber ku hingî em li zimanê xwe xwedî derkevin, wê ferqa me û gelê tirk derkeve holê.

bifikirin li amedê li saziyekî dewletê, 3 kes dişixûle. 2 ji wan kurd û yek ji wan jî tirk e. dema kurd bi zimanê tirkî biaxivin tu ferk namîne di navbera wan de û ya tirk jî dibêje ji xwe tu ferqa me tune ye. lê dema em bi kurdî biaxivin wê derkeve holê ku em 2 milletên cûda ne.

wê ji bo me jî azadî pêwîsttir bibe. hingî gel bi kurdî biaxive wê zêdetir xwe li hev girê bide. ji ber ku şerta ewîl a milletbûnê ziman e. ê em bi tirkî diaxivin û doza kurdistanê dikin. em hê nebûna millet em kurdistanê dixwazin. em ziman nizanin em dewlet dixwazin. yanê ya bi kurt û kurmancî berî her tiştî ziman tê, û ziman deriyê her tiştî vedike ..









15.11.2014 13:47 | brusk56