Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [altan tan] de;

62. yê ku carinan gotinên berevajî dide, yên dijî hdpê an jî pkkê.

vê dawiyê jî daxûyaniyek daye vê carê ne li dijî hdpê ye, tenê pkkê rexne kiriye. cara yekem e ku ez daxûyaniyekî wî ê bi vî şeklî dipejirînim.

êdî divê pkk dev ji şerê nav bajêr berde. we mala xelkê xera kir !



10.11.2015 13:52 | brusk56

41. yê ku hebûna wî tu tişt li me zêde nekir û çûyîna wî jî wê tu tiştî li me nede wenda kirin.

tenê wê ji bo hinek dijberên hdpê ku ji bo wan her tişt hêcetek e ji bo dijberiyê, melzemeyek derkeve ew qas.

yaw hinek jî derketine dibêjin pirdengî, demokrasî nizanim çi. çi qas komîk in yaw. dema mesele bibe dijberî mirov aqlê xwe wenda dikin. bı ser navê pirdengî û demokrasiyê kî kesên ne ji xwe ji xwe re dike rêvebir û namzet. ka here ji mhpê re bêje ez kurdek welatparêz im min jî bikin parlementer bila pirdengî çêbe. nexwe çima partî hene ? û hemû ji hev cûda ne ?

nexwe em herin mehmet metiner jî bikin parlementer. ê ma demokrasî ye divê ew jî bikare rexneyan li hdpê bike newsa ? wele mehmet metiner ji altan tan hindiktir hdpê rexne dike. ew zêdetir heq dike bibe hdpî.

yekî jî derketiye gotiye apo û hdp newîre di derbarê altan tan de biaxive tiştekî jê re bêje.

hahahah * erê erê tu profesorê siyasetê yî.

di her dema ku partiya te ket tengasiyê de, derkeve li ser televîzyonên dijmin, partiya xwe "bifroşe" paşê were bêje ka namzetî. na bavê min na. em te naxwazin.



05.04.2015 09:41 ~09:43 | brusk56

40. kesê ku di hilbijartina 2011an de ku min jî dengê xwe dabû, weke hatî gotin, di nav namzetên hdpê de nebûbû yekemîn. hatip dîcle jî leyla zana jî ji wî zêdetir rey standibû.



(bnr: ji quna xwe derxistin)



05.04.2015 09:26 | brusk56

32. yê ku beriya 5 salan dema gotibûn wê ji hdpê bibe namzetê amedê ez gelek kêfxweş bûbûm. dema min duh bihîst ku vê carê nabe namzet ji 5 sal berê kêfxweştir bûm.



di hilbijaritinê de min reya xwe da wî. min di hilbijartina borî de 2 rey bikaranîbû. meseleyek dirêj e. ew mijara peyamek din e. min yekî li baglara amadê bikaranî ku nemzeta me nursel aydogan bû, ya din jî min li sûra amedê bikaranî ku li wê derê jî namzetê me altan tan bû. min reya xwe da van herdûyan.

wê demê min nursal xanim qet nas nedikir û dilê min jî lê germ nebûbû. 5 sal ser de derbas bûn, min dît ku weke siyasetmedarekî kêr tu tiştî nayê, ne hêjayê parlementeriyê ye lê hezar caran ji altan tan çêtir e. erê hezar caran ji altan tan çêtir e.



ez gelek dixwazim ji gelek derdorên cûda namzetên me hebin. ez ne mirovek oldar bim jî namzetên me yên oldar hebin wê gelek keyfa min pê xweş bibe. namzetiya altan tan jî beriya 5 salan bi vê fikrê pêk hatibû. lê mi di van 5 salan de dît ku altan tan hdpê weke ker û kerîzan dibîne. him bi reyên me dibe parlementer û him jî di her axaftina xwe de ji akpê zêdetir me rexne dike !

di her bernameya ku beşdar dibû, serî de digot ez ne pkkî me, tu jê bipirsî wê bêje ez ne hdpî me jî lê mêro ji ber ku "carek din" weke namzet nehatiye nîşandan dixeyide jî.

wextê bûyerên kobanê, derket li ser televîzyonan weke akpiyan hdpê rexne kir û hdpê weke berpirsyarê bûyeran nîşan da. 40 kesên ku dewlet kuştibûn, kobanêya ku hindik mabû bikeve destê dijmin ne xema wî bû. medyaya tirk dev ji 40 kesên hatî kuştin berda bû, qet behsa wan nedikir, heta êvarê behsa ew 2-3 hîzbûlşeytanên li amedê hatî kuştin dikir û hemû bûyer heçko sûncê selehattin demirtaş bû propagandayê dikir, altan tanê me derketibû digot hdp xeletî kiriye nizanim çi. yaw ew mirov e ku digot ez mhpê pîroz dikim ji ber tevgera wan a di van deman de û ez hdpê rexne dikim agir geş kiriye.

tu ji kurdistaniyên me bipirsî wê bêjin divê saziyek tenê ya dewletê nemîne li kurdistanê. wan deman, gel rabû ser xwe beriya dijmin, altan tan derket me rexne kir.



li google'ê "altan tan eleştirî" dinivîsim ev pêşniyariyên lêgerînê derdikeve pêşberê min ;

"altan tandan partisine agir eleştiri"

"altan tan bdpyi eleştirdi"

"altan tan dtkyi eleştirdi"

di nûçeyan de jî hûn dikarin bibînin, altan gotiye şaredariyên bdpê baş naşixûle û nizanim çi û çi.



heqqet çi karê vî zilamî hebû di nav bdpê de 5 sal in ? û ya giringtir, ev zilam çi dixwaze bike 5 sal din di nav hdpê de ?



ger vê carê dîsa namzet nîşan bidana ew ê tam kerîtî bûya û ez ê gelek pê xemgîn bûma. lê elbet min ê dîsa reya xwe bidayê. mirovê ku di nav partiyekê de siyasetê dike divê hinek berjewendiyên partiya xwe bifikire. tu derkevî li ser televîzyonana weke parlementerekî hdpê, her û her hdpê rexne bikî, qusîra me nenêre cihê te tune ye di vê partiyê de..



04.04.2015 15:07 | brusk56

18. siyasetmedarê ku bi ya min wê dev ji tevgera azadiyê bernede û tevlî hdpê bibe. ji hdpê re pêwîst e.



25.04.2014 00:16 | brusk56

8. siyasetmedarê ku şûna bêje bila kck jî ji holê bê rakirin, bila ew bi xwe, xwe ji holê rake.

bes gotinên te yên tewşomewşo mrs altan. êdî toleransa min a ji bo te xelas dibe ..



01.01.2014 22:13 | brusk56