Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê] de;

64. civîna ku bi qasê ya yekemîn ya li amedê pêk hatî zêde kes beşdar nebûn lê wek ya par di atmosferekî gelek xweş de derbas bû û bi qasê tehmîn dikim herkes jê qayîl bû.

endazer hinek ma derneg lê hatina wî sohbetê tibabekî geş kir. ji xwe meseleyên hatî axaftin hemû hatine jimartin û tiştek din nayê bîra min. heta koderê kevn ê bênamûs ê tirşikê jî hatiye nivîsin ku me di derbarê de axiviye.

ez hezar spas dikim ji beşdarvanên civînê re.

heta civînekî din bimînin di xêr û xweşiyê de ...



22.03.2015 23:11 | brusk56

49. Civîna ku li dawiya restoranta cigerim destpê kiriye. Ê ku hat bila ji berpirsyarên restorantê bipirse bêje ew 12 kesên ku rezervasyon kirî li ku ne wê nîşanî we bike ..



22.03.2015 13:11 | brusk56

39. Civîna ku me gotibû bila di saet 2 an de be lê, ji ber ku mêvanên me yên ji dervê hatine dibêjin em dimînin dereng, me saet guherand û kir 1.

Xwedê hez bike em ê sibe 1ê nîvroyê bicivin.

Cî jî li gor rezervazyona ku ez eyar bikim wê bê diyar kirin.



21.03.2015 10:01 | brusk56

33. Civîna ku êdî divê em cih û saet û beşdarvanan net bikin.

1. Cihê hevdîtinê ;

Fikra min cigerim ocakbasi bû. Ji xeynî min endazer fikra xwe gotiye û dibêje bila big chefs be. Lê ger em biçin wê derê wê tirsik.net deriyê dikanê bigire û nema weşanê bike * bi qasê ez dizanim ew der gelekî bûha ye. Wê rojê hemşireyek li nexweşxanê digot fiyeta menûyekê li dor 100 tlyan e. Ger wisa be bi min hinek zêde ye. Lê ne wisa be cihek gelek xweş e bi rastî hêjayê çûyînê ye.

Gelo agahiya endazer heye di derbarê fiyetan de ?



2. Saeta hevdîtinê ;

Roja yêkşemê, saet 2 bi min baş e. ên ku dixwazin saetek din de pêk were bila bêjin.



3. Beşdarvan ; xendekî, brusk56, simurg56, pîlerka pîr, azadixwaz, quşxaneli, gulan, endazer, vêca çiyeeee, gelawej, feqiyeteyran

Heta niha ên ku em dizanin wê beşdar bibin ev in. Bila yên ku difikirin bên xwe eşkere bikin xêra xwe.



20.03.2015 11:00 | brusk56

19. Civîna ku ger ên biryar dane beşdar bibin xwe eşkere bikin wê ji bo organîzekirinê baş be.

û ji kerema xwe re pêşniyariyên xwe yên ji bo cihê hevdîtinê jî bi me re parve bikin.



16.03.2015 21:06 | brusk56

13. civîna ku bi min bila roja 22ê adarê yanê roja yêkşemê pêk were.

newroz di roja şemiyê de ye. ên ku ji derveyî bajêr hatine bi ihtimalek mezin wê roja yêkşemê jî li amedê bin.

ji bo cihê hevdîtinê jî cihê me yê berê, roj cafe guncaw e. piştî em li wir hinek rûnên dikarin herin li cigerim ocakbaşi xwarin jî bixwin. ji bo ku em li cigerim cî bibînin divê em rezervasyonê bikin. ji ber ku bawer nakim wan rojan ew der vale bimîne.

ger em hejmara xwe û cihê xwe net bikin ez dikarim rezervasyonê bikim ..

hûn çi dibêjin gelê tirşikvanan ?



14.03.2015 15:35 | brusk56

5. civîna ku xwedê hez bike wê hejmara beşdarvanan zêde be. yanê wê faturaya ku ji tirşik companyê re bê şandin hinek tûj be *



12.02.2015 21:59 | brusk56

1. civîna ku piştî mehek du meh din dema dinya xweş bû, dikare pêk were. belkî dîsa wek ya din wextê newrozê de çêbe. him bi vî awayî belkî hin nivîskarên din ên li derve dijîn jî bikarin beşdar bibin. cara din mazlumozdogan ji bo newrozê li amedê bû karîbû beşdar bibe.

vê carê jî bi min wê 8-9 nivîskar beşdar bibin. him vê carê belkî em bi hevre cigerek jî bixwin.

bila ev sernivîs li vir bisekine, dema wext hat em ê her tiştî net bikin înşellah.



06.02.2015 09:32 | brusk56