Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [memento] de;

1. filmek ji Christopher Nolan .

wateya memento agahname, ajanda ye .

min doh guhdarî filmê kir. yaw min di jiyana xwe de filmek ev qas tevlihev nedîtîbû . min ji dawiya filmê tu tişt fêm nekir. kesên ji filmên tevlîhev hez dikin, bila nerevînin.ji imdb yê 8.6 standiye.

bawer im armanca filmê, hiş wendakirin çi qas tiştek zehmet e bide fêm kirin e *



***spoiler***



yaw ev çi filmek tewşomewşo bû. film xelas bû min nekarî pirsek tenê ku tê bîra min bibersivînim. kesa diyabet kî bû ? teddy kî ye ? john g. kî bû dawiyê de hat kuştin ? ê di nexweşxaneya mejiyê de leonard bû ? sammy jenkins rastî jina xwe kuşt ? an sammy jenkins, lenny e ? min ji internetê hinek nêrî lê min nekarî bersiva van pirsan bibînim.

vê navberê de natalie çi mirovek orispî ye yaw. tif dike di bîraya zilam de û dide vexwarin. armanca te çi ye yaw . xwezî wê navberê de hişê zilam bihata te bidîta.



***spoiler***



herkesê gotiye filmek bêhemapa felani yaw gora çi bêhempa. puanê filmê ecêv bilind e. ji ber ku piraniya mirovan dema filmê fêm neke dibêje filmek ecêv baş bû . film zêde tevlihev e . herkes gotiye min 2-3 caran guhdarî kir ji bo fêm bikim. ê yaw qey ev tiştek normal e. çima sabavê derhêner wek mirovan tişta ku dixwaze bêje nabêje.

welhasil hewce ye carek din guhdarî filmê bikim.



23.07.2013 15:13 | brusk56