Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kesên ku min dişopînin] de;

6. Fonksiyona ku bi min ne pêwîst bû. Divê mirov bêyî ku çepikên xelkê bifikire bikare binivîse.

Mesela li twitterê binêrin ji ber ku meseleya şopandinê heye, herkes ji bo xwe bide ecibandin û şopînerên xwe zêde bike xwe didirîne. Di her tweetan de mirov vê hewldanê dibîne. Mirovên di twitterê de çi bixwazin wê nanivîsin. çi bê rt kirin wê dinivîsin.

Lê ferhenga me ne wisa ye. Xema me ne ecibandina xelkê, çeppikdana wan, rt kirin an jî şopandina wan e. Li vir gotina herkesî li her derî dikare cî bigire. Di warê xwe îfade kirinê de herkes wek hev e. Lê di twitterêde li gor hejmara şopînerên te xel guhê xwe didin te. Tu ne populer bî qene bersiva te jî nadin carinan.

Welhasil fonksiyonên wisa safîtiya armanca me xera dike. Armanca me ya sereke dimîne piş tiştên wisa. Wêneya profîlê, peyam çeppik kirin reş kirin, hev şipandin ne ew qas tiştên hewce û giring in...



31.03.2015 20:22 ~20:42 | brusk56