Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shorbevan] de;

255. nivîskarê ku careke din bi xêr hatiye tirşikê.
dema sernivîsa xwe dît ew ê teqez pir kêfxweş bibe *
shorbevan'ê ku ez nas dikim, piştî vê mizgîniyê wê tozê rake li erdê tirşikê ..



23.05.2020 01:12 | brusk56

246. nivîskarê berê a tirşikê a ku qet bawer nakim bi navek din hatibe peyvek tenê jî nivîsandibe.
ji ber ku ji peyva yekem wê xwe eşkere bikira. ji xeynî wî tu kes nikare bi peyvan şorbeyek wisa tevlihev derxe holê *



25.11.2019 00:04 | brusk56

244. tirşikvanê ku herî dawî di 16-10-2016'an de têketinê kiriye.
şikir ji xwedê re tirşik xwe jê xelas kiriye *



25.04.2019 23:45 | brusk56

127. kesê ku haj kirinên xwe tune ye bawerke.

armancê vê malperê ew e ku weke ansîklopediyek bêserûber, ê ku bi şîrove, agahî, danasînan tijî biafirîne. elbet mirov dikare li ser meseleyan bi nivîskarên din re niqaşan bike. ev tiştek baş e jî. ji ber ku herkes dixwaze fikrên cûda ên li ser meseleyekî bixwîne. şîroveyên berevajiya hev..

lê mesela di sernivîsa gem de, armanc çi ye gelo ? qey ew sernivîs peyamdanka nivîskarekê ye. yaw qey tu di whatsapp'ê de yî ? bila kî çima bixwaze peyamên te yên wisa bixwîne.



piştî 3-4 salan dema bikarhinêrek sernivîsa gem nêrî wê peyamên wisa bibîne ;

"(bnr: min hertiştî fehmkir gelo gem çiye?)"

"(bnr: heval guleyê min qediyan sebramin nema leske)"

"(bnr: heval wêne)"

"(bnr: heval dengê min tê te bersiv bide)"

"(bnr: heval bira sellatê te bixweynin)"

"(bnr: ji îdirê kurê filankeso nazim tolhildan wefat kirîye/3 ewê li mezelê îdirê bê veşartın ji bû rihê wî el fatîha...)"

çi agahiyên giring û ecêb di derbarê gem de newsa ?



taliya talî nivîskarê ku jê dixwazim haj formata tirşikê hebe û bi bnr'yên bêwate sernivîsan neke mijarên xwe yên şexsî. ji bo danûstandinên şexsî dikare "peyamên taybet bişîne"



20.11.2015 01:01 ~01:04 | brusk56

124. nivîskarê ku bi sernivîsên weke "), (, ;, _ * - ? , ,." çi armanc dike pir meraq dikim ?



19.11.2015 22:50 ~22:50 | brusk56

113. Nivîskarê ku encama hilbijartina 1ê kanûnê heta kûsûratan zaniye.

/78351

Allahu akbar! *



02.11.2015 21:53 | brusk56

67. yê ku tam bûye nivîskar. bere xwedê jê razî weke ku di facebook an jÎ twitterê de be, bê qural û qaîde dinivîsand û nivîsên wî jî weke şorbê bû. lê aniha formatê fêm kiriye û tam li gor qaîdeyên ferhenga Înteraktîf dinivîse.

tu dîsa bi xêr hatî *



19.06.2015 23:27 | brusk56

61. nivîskarê ku min hê fêm nikiriye bê ka bi kÎjan zimanî dinivîse *



16.06.2015 17:44 | brusk56