Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên tirşikê] de;

28. nivîskarên ku benda hev in.
erê tiştek wisa heye. herkes li benda hevûdu ye. dema ev der geş dibe herkes lê vedigere. dema deng tê birîn careke din herkes diterikîne.

nivîskarên esîl ên di demên teng de jî tên û dinivîsin in.



02.02.2020 23:35 | brusk56

20. nayên hilbijartin lê wesf û qalîteya wan ne ji yên ekşi sözlükê kêmtir e. ekşisozluk ku di nav ferhengên tirkan de, nivîskarîbûn a herî zehmet e.

nizanim çawa çêdibe lê ji 1100ê zêdetir nivîskarên me hene dîsa jî yên dinivîsin, bi rastî jî hêjayê nivîskarbûnê ne. qalîteya peyamên wan û kurdiya wan jî têra xwe baş e. ev tê wê wateyê ên ku xwe hêjayê vî karî dibînin, vî karî dikin. qalîteyek asgarî di nav peyamên tirşikê de heye.

bila wisa bidome, wê nivîskarên aktîf jî zêde bibin, hijmara peyam û mijaran jî ..



26.06.2014 00:55 | brusk56

10. kesên ku nizanim gelo bi rastî jî dixwazin tirşik bibe wek ekşîsozukê, û ji bo vê dixebitin an na .

ger wisa be tiştekî baş dikin. yanê li gor min, ger tirşik bikaribûya bibe ferhengek wek ekşîsozlukê wê gelek baş bûbûya. çi taybetiya ekşîsozlukê xerab e qey ?

kurdên me bi rastî ecêb in. yek tenê ferhenga înteraktîf a bi kurdî tune ye ji bilî tirşikê û ê heyî jî ji ber ku dişibe ekşîsozlukê tê tewanbar kirin.

(bnr: xwezîîîîîî)



12.12.2013 18:56 | brusk56