Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fasle kargadan] de;

2. filma ku li gor malpera boxofficeturkiye.com, li tirkiyê ji aliyê 65.887 kesan ve hatiye temaşe kirin. bi min bi qasê ku heq dikir balê nekişand li ser xwe ..



26.10.2015 00:49 | brusk56

1. filma bahman ghobadi ya 2012an de li stenbolê hatî girtin e.

di filmê de gelek lîstikvanên navdar dilîze weke monica bellucci, behruz vüsuki, yılmaz erdoğan, caner cindoruk, beren saat, belçim bilgin.



Bahman Ghobadi vî filmî fedaî ferzad kemanger û hemû girtiyên siyasî ên di zindanên îranê de ne kiriye.



mijara filmê ji serpehatiyên sedigh kamangar pêk tê. sedigh kamangar helbestvanekî kurd e. ji ber ku helbestên siyasî nivîsandiye, piştî şoreşa îslamî a îranê, hatiye girtin û 30 sal ciza standiye. piştî ji zindanê derdikeve, jina xwe digere Û tê stenbolê.



min weke hemÛ filmên bahman ghobadî vî filmî jî gelek eciband. li ekşiyê hema bêje herkesî senaryoyê rexne kiriye lê ji ber ku jiyana rastî ya sedigh kamangar hatiye girtin, destê xwe nedaye bi min. em kurd in dema em bizanin ku mijara filmê ji rastiyê hatiye wergirtin, di her êşa ku lîstikvan dikşînin, dilê me diperite. heta min film qedand dilê min parçe parçe bû. kurdbûn gelek zehmet e.

ji bo ku film wisa dawî nebe, hindik mabû film bidim sekinandin Û dia bikim. bi rastî pir êşiyam bi êşa sedigh kamangar Û jina wî mîna. yılmaz erdogan û monica belluci bi rastî lîstikvaniyeke baş derxistine holê.gelek spehî jî farisî axivÎne.

puana min jê re ; 79



26.10.2015 00:29 | brusk56