Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taybetmendiyên tirkan ên sereke] de;

4. di meseleya dewletê de serhişkî taybetmendiya wan a herî giring e. tu wan bikujî nikarî bidî bawer kirin ku dewleta wan zilmê dike. ger bawer bikin jî wê ji bo wê zilmê hezar hêcet bibînin û dîsa dewleta xwe biparêzin.

duh vîdyoya birîndarbûna rojnamevanê îmc û 4-5 heb sîvîlên ku li cizîrê dixwastin cenazeyên li erdê bistînin, hat weşandin. di vîdyoyê de bi awayekî net xûya dike ku di destê wan de ala spî heye û sîvîl in. bi tablayekî cenazeyê şervanekî distînin. di vê navberê de leşkerên tirk dest bi avêtina guleyan dikin û di encamê de gelek kes birîndar dibin, hinek ji wan jî dimirin. rojnamevanê imcê birîndar dibe lê dîsa jî kamereya xwe nagire. dîmena kamerayê bixwîn dibeî xwîna ku li erdê diherike tê dîtin... tirkên ku van dîmenan temaşe kirine, li ekşiyê gotine ev vîdyo montaj e. yê ku vîdyo qebûl dike jî dibêje teqez wan gule berdane leşkeran heta leşkeran jî wan kuştine. yanê ev qas bêşeref û dêqehp in..



22.01.2016 18:59 | brusk56