Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stockholm] de;

6. bajarê ku hêjayê 2-3 stenbol, 7-8 amedê ye.



25.01.2014 10:55 | brusk56

1. paytaxt û bajarê herî xweşik a swêdê ye .



ji bo erasmusê hewce bû bajarek hilbijêrim.min jî got li stockholmê kurd pir in û min stockholmê hilbijart.ji 2 mehan hinek zêdetir e ku ez li stockholmê dijîm.ez ê vê nivîsê de hinek behsa vê bajar bikim.

li stockholmê bi derdora wê nêzikî 2 milyon kes dijî. piraniya bajêr ciwan in û nêzikî %25ê wî biyanî ne. mirov dikare ji her welatî mirovan li vir bibîne. lê herî zêde ji kurdistanê, tirkiyê, ji welatên ereb,somalî û ji Çînê mirov hene. nav bajarekî de hebûna gelek kesên biyanî tiştek gelek xweş e. elbet mu faşizmê wan neke * weke minak dema hûn siwarê trênê dibin, hûn dikarin her zimanî seh bikin. kurdî, tirkî,erebî hwd. bi tevahî li swêdê zêdetirî 100 hezar kurd dijîn. xwedî enstitü. komela û saziyên sivil in.



rewşa hewayê havînê pir xweş e lê zivistanê bawer im gelek xerab e * ji ber ku swêd welatekî nêzikê kutbaye. havinê roj, zivistanê jî şev gelek dirêhin. havinê nêzikê 18-19 saetan dinya ronahî ye.



gelê swêdê bi rastî demokrasi û hestê biratî di nav xwe de qebûl kirine. weke minak kurdên ku welatê xwe de nikarin bi zimanê xwe perwerdeya xwe bikin li vir dikarin. isal ji deh hezar zêdetir zarokên kurd wê bi zimanê xwe perwerde. taxên biyanî gelek tê de dijîn, di subwayê de bi zimanê hemûyan "biratî" hatiye nivîsandin. lê mixabin min kurdî nedît *



dibêjin "gelên welatên bakur gelek sar in". ji bo norveç, rusya û yên din nizanim lê ji bo swêdê ev kesin gotinek xelet e. hûn biçin ji jinekê navnişana derekê bipirsîn qasê ji destê wan tê dibin alîkarî. dijî biyaniyan jî bi rastî gelek ruken in û nijadperestiyê nakin.

pergala wan a perwerdeyê nizanim lê ev yek gelek baş xuya ye ku perwerdeya wan a zimanê ingilizî mukemmel e. hema bêje herkes ingilizî dizane û bi telafuzek spehî dikare biaxive. hewceye kurdistanê jî perwerdaya zimanê ingilizî baş bê dayîn. tiştek bi rastî gelek baş e.

di stockholmê de zêdetirî 20 hezar girav hene. hinek ji wan ew qas biçuk in mu nikare malek jî tê de çêke. lê xwezaya van giravan mukemmel e. hema bêje bi temamî daristanê Û ji hinekan hûn dikarin bikevin av jî .

kesekî ji welatekî din weke turist an jî xwendevan hatibe, warê aborî de, dibe ku gelek pirsgirêk bijî.ji ber ku jiyan gelek bûha ye. lê kesên li vir kar dike gelek baş pere kar dikin. weke minak garsonekî ku rojê 8 saetan û mehê 20 roj dişixule, mehekê de nêzikê 15-20 hezar kron kar dike.ev jî dike 4-5 hezar tl yê tirkan. tiştekê din jî ku min li vir dît û ez gelek bextewar bûm, edaleta belavkirina pereyan e. garsonek mehê 15-20 hezar kron bistîne, endezyarek(muhendis) jî 25-30 hezar kron distîne an jî bijişkek(doxtor) hinek ji vê zêdetir distîne.

kesê ku stockholm ji bo erasmusê difikire hewce ye bizane ku ev bajar aliyê aborî de pirsgirêk e.mesela min odeyek kirhe kiriye û ez ji bo mehekê 3500 kr (nêzikî 900tl) didim xweyê xêniyê. ger hûn bixwazin zêdetir agahî bistînin ji bo erasmusê, hûn dikarin bi min re bikevin têkiliyê.



03.06.2013 14:01 | brusk56