Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [twitter] de;

70. Malperr ku tê de nivîsandina kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek bala min kişand.
Berê dema te tiştek bi kurdî dinivîsand, te xwe weke ku tu bi xwe re biaxivî hîs dikir lê aniha hesabên xwedî bi hezaran şopîneran bi kurdî dinivîsin.



18.02.2020 10:17 | brusk56

66. malpera ku êdî naxwazim têkevim. hema bêje hemû tweet di derbarê zilma dewleta tirk e. dilê me reş bÛ yaw.

lê ji bo hişyar kirina medyayê û propagandayê qadek gelek giring e.



06.01.2016 11:11 | brusk56

52. tişta ku piştî ez 2 rojan bikarbînim jê sar dibim.

herkes xwe wek gûkê dibîne yaw. yanê temam tiştek xweş e, mirov dikare hemû kesên navdar bişopîne û di her meseleyê de fikrên xwe û şîroveyên xwe bi kesên din re parve bike. lê heta ku şopînerên we hindik wisa ye.

piştî bikarhênerên twitterê dîtin ku hejmara şopînerên wan bûye 1500-2000 felan, êdî xwe wek aktorekî gelek giring dibînin di siyaseta kurdistanê û hemû dinyayê de .. paşê tên û dibêjin nizanim "kî ji kê re çi got, wî kesî bersiva xwe baş neda, şêweya nizanim kê gelek zora min çû û min dijûn lê kir, ez ji şopînerên xwe lêborînê dixwazim. çi bibe bila bibe, divê min wisa negota. ji xwe kurdistanê de ..."



21.05.2014 00:50 | brusk56

49. malpera ku ger hûn dnsy ên xwe bi van buigûherînin bêpirsigirêk vedibe ye .

141.211.144.17

141.211.144.15



30.03.2014 13:25 | brusk56

36. tişta ku ji aliyê padişaxê tirkan erdogan, hatiye qedexe kirin e.

aniha ne bi dns guhertinê be, nikare were vekirin.



21.03.2014 00:32 | brusk56

15. malpera ku tê de herkes xwe wek gûkê dibîne û dihesibîne. mesela siyaset be herkes pisporê rojhilata navîn e, herkes rexnegir e, herkes dîroknas e û herkes ramangêr e . spî heta êvarê, bi zimanê dijminê xwe, wê bi hevre nîqaşê bikin. û herdem jî kurd bi kurdan re nîqaşan dike. bi tirkan re nîqaş nakin. yanê armanç çi ye min nekarî fêm bikim. temam car caran mirov dikare fikrên xwe binivîse, fikrên xelkê bixwîne lê, spî heta êvarê bêsekin, tenê vî karî kirin çi ye ? çi dikeve destê van mirovan ?

tenê dijî hin kes û koman zêdetir tund dibin. kêr gûyek din jî nayê. şûna hûn wisa bikin werin di tirşikê de binivîsin qene bila zimanê we kar bike.



04.11.2013 00:04 | brusk56

3. malperek e ku derfetê dide bikarhêner hev bişopînîn, fikr û ramanên xwe parve bikin, peyam û tweetan biavêjin kesên navdar re.



her tweet herî zêde dikare 140 tîp bihewîne .



medyayê civakî



02.07.2013 13:50 | brusk56