Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çûna kar bi duçerxeyê] de;

8. karekî pir pir baş e.
ji aliyê tendûristiyê ve, ev egzersîz tenê ji we re dibe werzîşekî pir baş ku mirov hewce ye her roj bike. ji aliyê aborî ve jî wê ji we re bibe teserûfek baş. a min mehê nêzîkî 300 tl'yan didim ji mazota ku di rêya karê xwe de xerc dikim.

lê ji bo ku mirov bikare bi duçerxeyê here karê xwe, divê serî de ev rêwitî ewle be. li amedê ji xeynî kayapınarê bikaranîna duçerxeyê ya rastî zêde ne bi mantiq e.
ya dudoyê jî, dûratî û kaşa rêya karê we ji bo duçerxeyê mûsaît be. a min him dûr e him jî gelek kaş e. piştî ez bi duçerxeyê herim kar divê li kar serê xwe bişûm ku ew jî ne pêkan e.

welhasil tişteke pir xweş û baş e lê pêkhatina wê jî ne bi rehetî ye..



30.11.2019 00:13 | brusk56