Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1 berfenbar 2019 maça amedspor vs çorum bld] de;

9. a ku bi serkeftina amedsporê xelas bû : 3-2

maç di atmosferekî gelek baş de derbas bû. di navbera 15-20 hezar aligirê amedsporê li stadê bûn.
di xuleka 8emîn de çorumspor'ê qerta sor xwar û man 10 kes.
lê pozîsyona yekem a piştî qertê golekî avêtin û rewşê kirin 0-1.
paşê di xuleka 28ê de hakem vê carêd penalti da amedspor'Ê û furkan yaman gola yekem a amedspor'ê avêt.
di xulekên 44 û 55'an de bi golên tolga tekin û muhlis istemi amedspor rewş kir 3-1. paşê 61'an de golekî xwar û maç bi vî awayî qediya.

amedspor bi vê futbolê deh caran jî bilîstan nedikarî çorumspor'ê têk bibe. lê atmosferekî pir baş hebû, û aligir aligiriyekÎ pir baş kirin. ev yek ji bo taximê dibe moralek pir mezin, li ser dadmendê jî dibe tehde. xêra vê yekê ev maç hat standin. 2 heftî berê jî dîsa yek ji taximên baş a lîgê afyonspor hatibû amedê û me dîsa saxiya serê aligiran maçê standibû.

mansur çalar maçekî pir baş derxist. gol neavêt lê di hemû êrişên amedsporê de keda wî hebû. muhlis istemi jî heqê topê dide. karê xwe pir baş tîne cih. îro gola xwe jî avêt. ev ê jê re bibe moral gelek baş.



02.12.2019 01:14 | brusk56

7. Maça ku amedspor dewreya ewil bi 2-1 li pêş qedandiye.



01.12.2019 14:00 | brusk56

6. a ku wê sibe were lîstin.
ji bo ev sezona ku em bi rastî pir pir xerab dilîzin, dibe ku bibe maça qederê. ger vê maçê bistînin dikarim bibêjim ku em ê teqez di lîgê de bimînin. gerçî ji xwe ji bo vê yekê baweriya min tam e.

hemû tirşikvanên li amedê dijîn, we vedixwînim maçê. belkî rojekê em weke nivîskarên tirşikê herin maçê û sloganên xwe yên kurdî bibêjin, pankart vekin felan û bêvan.



01.12.2019 01:43 | brusk56

4. maça ku wisa xuya ye ku wê li hember 30 hezar alîgiran were lîstin.
ev birayara daxistina bûhayê bilêtan li 1 tl'yê biryarek gelek rast Û di cî de ye.
amedspor hewceyê puanan e ji bo ji lîgê nekeve.

di vê navberê de tîma çorum belediye yek ji tÎmên baş ê lîgê ye. wê ji bo me maçek pir zehmet be. muhammed burak taşdemir jî ji ber cezaya xwarî nikare bilîze.

dîsa jî texmÎna min em ê bi 3-1 bi ser kevin.



29.11.2019 23:17 ~23:18 | brusk56

3. maça ku wê bîlêtê wê bi yek tl'yan were firotin û wê hemû tirûbÛn bên vekirin.
ihtimalek mezin wê qelebalixek gelek baş were maçê.



27.11.2019 22:48 | brusk56