Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [partiya pêşerojê] de;

6. partiya ku navê wê çawa were gotin bila bê gotin, kêr tu gûyî nayê *



15.12.2019 22:46 | brusk56

2. partiya ku bernameya xwe eşkere kiriye.
di derbarê kurdan de wisa nivîsîne :
"pisrgirêka kurd di eslê xwe de ji ber kêmasiya demokrasiya me û ji ber îstîsmar kirina vê kêmasiyê derketiye holê. pirsgirêk ne hebûna kurdan e. pisrgirêk ew e ku, di sedsala borî de ji ber parçebûnê, hinek tirs li aqilê dewletê bar bû û ev tirs bû sedema zêfandinan û komên cudaxwaz jî bi faaliyetên xwe yên teror vê rewşê îstîsmar kirin. ji ber vê yekê jî çareserî, pêşîgirtina neheqiyên ji ber nasnameya netewî tên kirin e û di nav kurdan de xurt kirina fikra bûna hemwelatiyek wekhev û rûmetdar e. ji xwe di vî warî de gelek pêşdeçûn hene. ev nêrîn, meşrûtiyeta rêxistinên terorist ku ji îstîsmar kirina van mijaran distîne, ji destê wAn bistîne"



bi qasê min ji van hevokan fêm kir. ji bo kurdan tu tiştê nafikire. ji xwe bi qasê misqala zerrê hêviya min ji vî kerî tune ye.
behsa mafê kurdan dike. weke sedema dayîna hinek heqên biçûk jî, îstîsmar kirina rêxistinên terorîst nîşan dide. yanê dibêje em ê hinek mafên demokratîk bidin ku ev terorîst nekarin îstîsmar bikin. yanê ev tê vê wateyê ku ger ev rêxistin tunebûya te qet behsa vê yekÊ nedikir. yanê ev tişt ne ji ber ku heqê wan e, ji ber kû tê îstîsmar kirin tê dayîn.


welhesil ji aliyê kurdan ve ev mêrik hê gelek gelek di paş de ye. tenê hêviya min ew e hema dawiya akp'ê bîne bes e.



14.12.2019 00:11 | brusk56

1. partiya Nû a ku bi daxûyaniya îro hatiye danasîn û damezrandin.
partiya ahmet davutoğlu ye, weke herkes dizane berê di nav akp'ê de bû heta bi ser navê akp'ê serekwezîrî jî kir.



13.12.2019 23:54 | brusk56