Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mansur çalar] de;

3. ê ku, ji ber tevgerên xwe ên di maça heftiya borî a bi hekimoglu trabzonê re hatî lîstin de, 7 maç ceza xwariye.

ji xwe 13 heftî mabû ji bo lîg xelas bibe. piştî te nekarî tu di 7 maçan de bilîzî, kondîsyona te jî dikeve, rasterast nikarî ji cihê ku mayî despî bikî.

ez şûna teknîk dîrektorê bim, carekî din nadim lîstin.



06.02.2020 21:56 | brusk56

2. di tîma amedsporê de yek ji futbolîstên herî baş e. lê qet tîma xwe nafikire. qaşo sertîm e yanê kaptan e.

par, ji ber ku li gor îdîayan bi jilêdê faul kiribû 20 maç ceza xwaribû. ji xwe bi vê cezayê hema bêje salê qedand.
heftiya borî jî ji ber sedemên virt û vala qerta sor xwar. diçe bi hakeman re niqaş dike û di dawiyê de qert dixwe.

ji xwe rewşa amedê qet ne baş e mirov weke sertîmek divê hê xwedî berpirsyarî be. lê na, mêrîk her heftî hêcetek dide destê tff ku ceza bixwe û bide amedspor'ê.



06.02.2020 11:58 | brusk56

1. futbolîstekî a amedsporê ye.
ji êlihê ye û aniha 33 salî ye. ji 2014'an ve ye bênavber di amedspor'ê de dilîze. beriya wê ji çend salan di diyarbakir büyükşehir belediyespor'e de lîstiye.



06.02.2020 11:45 | brusk56