Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kadir şeker] de;

1. navê kujerê ozgur duran e.

ev kurik beriya çend rojan, li konya'yê, dema ber parkekê re derbas dibe, dibîne ku zilamek li jineke dide. diçe ba wan û dixwaze ji jinik ji destê zilam xelas bike. ji wî zilamî hinek lêdan dixwe û di wê navberê de kêra di bêrika xwe de derdixîne li singê zilêm dide. zilam dimire.

ev bûyer çend roj in bûye rojeva sereke a medyaya civakî. gelek kampanya hatin despê kirin, ji bo ku kadîr ceza nexwe.

îro ew keça ku lêdan dixwar, gotinên xwe guhertine. serî de gotibû, zilam li min dixist, kadîr xwest bibe asteng. îro gotiye zilam li min nedixist. me tenê niqaş dikir. tu pêwîstî tune bû ji bo kêr bê derxistin.

kadîr şeker 20 salî ye. ji fen lisesi mezûn bûye û ji bo bikeve fakûlteya tibê xebata ezmûnê dike. zilamê ku miriye jî, ji 19 sûcan qeyda wî heye li ba polêsan.

bi rastî jî biryardan gelek zehmet e.



11.02.2020 21:16 | brusk56