Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şanoya bajêr a amedê] de;

4. li amedê, li ser cadeya mehabadê, li kêleka restoranta hanci, dest bi çêkirina cihê xwe yê nû kirine.
bîlêdên kombîne difroşin. piştî cihê nû qediya, wê li wir şano, konser, hevpeyîvîn bên çêkirin û ji bo 3 mehan, wê ji xwediyê kerta kombîneyan re belaş be.



27.02.2020 21:47 | brusk56

2. şanoya ku li qeta jêrzemîn a navendekî danûstandinê xebatên xwe dike.
cihê wan têra wan û temaşevanan nake.

xwestek û projeya wan a cihek nû heye. li diclekent'ê li avahiyekê, dest bi çêkirina cihek nû kirine.
ji ber ku ji tu saziyan alikarî nastînin, quweta wan a çêkirina cihek wisa tune ye. ji ber vê yekê ji gel alîkarî dixwazin.
vaye hûn bi guhê xwe bibihîzin, bi çavê xwe bibînin :


;feature=emb_rel_pause

ji fongogo'ê kampanyayek dane despê kirin :
https://fongogo.com/Project/amed-sehir-tiyatrosu-yeni-sahne-projesi-5

heta niha 47.900 TL hatiye berhev kirin.
her wiha, bilêdên kombîne jî difroşin. ez ne xelet bim bûhayê wan 200 tl ye. hûn dikarin sezonek sax bi vê bilêdê guhdarî şanoyan bikî.


xebata wan pîroz e. vaye bi salan e, ji bo şanoya kurdî bingehek pir qîmet afirandin. ev ked, ev berhem divê wenda nabe. divê em li şanoya xwe li zimanê xwe xwedî derkevin.



25.02.2020 20:03 | brusk56

1. şanoya ku di salên 1990'î de, di wê dema tarî de dest bi xebatên xwe kiriye.
ji wê rojê ve ye berhemên pir baş derxistin holê. min heta niha 3-4 lîstikên wan temaşe kiriye, ez ji hemûyan jî zêde zêde qayîl derketim.

di sala 2016'an de, dema kayyum avêtin ser şaredariya bajarê mezin a amedê, hemû xebatkarên şanoyê îxraç kirin.
xebatkarên şanoya bajêr a amedê xebatên xwe li galeria'yê domandin. vaye 2 sal derbas bû li wê derê berdewam dikin. piştî derbasî cihê xwe yê nû bûyîn, 2 caran tûrneya ewropayê kirine, 8 lîstik lîstîne, mihrîcana şanoyê, mihrîcana zarokan li dar xistine.



25.02.2020 19:55 | brusk56