Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qamişlo] de;

5. Qamişlo bajarekî Rojavaya Kurdistanê ye û wek Qamişloka Evînê tê naskirin. Bajarê Qamişlo bajarekî nû yê li ser zemîneke dîrokî ye, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gor Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: "Frensî di 20-ê Tebaxa sala 1926-an de bajarê Qamişlo bi endazyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endazyarekî Frensî hat danîn û avakirin". Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û berfireh e.



Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene. Ji sedî 70-ê ji wan Kurd in. Herwiha Fileh, Ermenî û Ereb jî lê hene. Qamişlo qezaya parêzgeha Hesekê ye. Li Qamişlo firokexaneyek heye, 6 km dûrî bajêr e. Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li rojava), bajarê Dêrikê (100 km li rojhilat) û Hesîçê (85 km li başûrê rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li rojhilatê) dûr e. Li nêzîkî Qamişlo, bi taybetî li devera Qereşokê, petrol heye.



Di navbera sala 1914-1922-an de piştî qirkirina zêdetir ji 250.000 Asûriyan li Tirkiyê û hatina Asûriyan û herweha Kurdan, bi damezrandina rêya trênê ev bajêr di sala 1925-1926-an de hat sazkirin.



Di meha Adara 2004-an de eskerên Sûriyê piştî raperîna gelê Kurd li wî bajarî zêdeyî ji 30 kesan kuştin û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran girtin.



Çavkanî: Wikipedia



07.01.2014 13:05 | brusk56