Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komeleya duçerxe û werzîşên xwezayî yên amedê] de;

2. komeleya ku Îro çalakiyek bi navê "bi pisqilêtê here karê xwe" li darxîstîne ye .

her kesî bi cilên xwe yên kar hatîbÛn tÛrê ; pêşmalk*, taxim, hîz * hwd.

hêjmara duçerxvanan 25-30 kes bûn.di nav bajêr du saetan pisqilêt hat ajotin û dawî de di kuçeya hûnerê de daxuyanî hat dayîn. kesê ku daxuyanî xwend di heman demê de yek ji nivîskarên tirşikê yên nanivîsîne ye*

daxuyaniya ku ji raya giştî re hat xwendin wisa bû ;





Ji Raya Giştî Re,

Gazên serayê yên ku germahiya global zêde dike %30 ji alavên bi motor derdikeve. Ji ber ku em pêdivî pê tune be jî otomobîlan dajon û li nava bajêr bi otobêsan naçin û nayên bikaranîna alavên bi motor zêde dibe. Mebesta me ev e ku em bidin xûyakirin em kesên ku diçin kar karin bisîkletan bikarbînin û bi vê yekê em hem karin zirarê nedin dinya û welatê xwe û ligel vê yekê jî sporê bikin. Kîjan kar dibe bila bibe , mamoste, parêzer, endezyar, bijîşk karker hwd. herkes dikare bi bisîkletê here karê xwe û bi vê yekê bi kêrî jiyan û gewdeya xwe werin. Bisîklet bondoreke erênî jî li tendurustiya mirovan dike. Kesê/a ku bisîkletê dajo ji gelek nexweşiyên wek fitiq, kolestrol, nexweşiya şekirê, eşên romatîzmayê, tansiyona bilind xelas dibe. Û bi ajotina bisîkletê ji stresa bajêr a ku tev beton û qeremol e xelas dibin. Ligel vê yekê kesê/a bisîkletê bikartîne bi rehetî kare li dora xwe mêze bike û ji vê yekê kêfxweş bibe.



Herwiha benzîn, mazot îro li Tirkiyê pir biha tê firotin. Sedema vê yekê jî baca dewletê û şîrketên mezin in. %67ê bihaya benzînê bac e. Em dikarin bi ajotina bisîkletê sotemeniya fosîlê bikarneynin û şîrketên petrolê dewlemend nekin. Ji ber ku ew şîrketina bi hilberîna petrolê jîngeha me qirêj dikin û li gelek cihîna jiyanê li mirovan diherimînin. Bi zêdebûna bikaranîna bisîkletê dibe ku ev şîrketên mezin nikaribin jingehê qirêj bikin û keda me bîmêtin.



Em wek Kluba Bisîkletan û Sporên Xwezayê Ya Amedê di vê baweriyê de ne ku em bi kiryarên xwe dikarin welat û dinyaya xwe xweştir û paqijtir bikin an jî bikin cihekî ku lê nayê jiyan kirin. Werin em bi bisîkletê herin karê xwe û hem jiyana xwe dewlemendtir û xweştir bikin hem jî jîngeha ku em lê dijîn qirêj nekin.



DiBiDOSK



28.09.2013 21:09 | brusk56

1. komaleya ku ji sala 2011ê ve çalakiyên xwe didomîne ye . li amedê piranî bi duçerxeyê * çalakî û aktîviteyan dikin .

endamên komeleyê ku ez jî yek ji wan im, ji gelek kar û sektor û dinyayên cûda nin .

piranî mamoste ne lê yên bêkar, yên endezyar û yên di karên taybet de ne jî hene .

dawiya heftiyê, roja yêkşemê, endamên komê serê sibê, li ofisê an jî li sumerparkê dicivin û gora rotaya ku ji serê heftiyê tê diyar kirin, tûr despê dike.

di tûrê de li derekî heşînayî tê sekinandin û taştê li wir tê xwarin . paşê jî di 4-5 saetan de tûr diqede .

çalakiya herî zêde tê kirin ev e . lê elbet gelek aktîvîteyên cûda jî, bi komeleyên din weke komeleya darçandinê ê amedê , ekojîn û bi şaredariyên heremê tê kirin .

weke mînak bi ekojîn re, endamên komeleya duçerxe û werzîşên xwezayî yên amedê, ji dêrsîmê heta hewlêrê çalakiyek lidarxistin ;

http://gundem.milliyet.com.tr/ekolojik-yasam-icin-bisikletli/gundem/detay/1749024/default.htm

http://www.radikal.com.tr/turkiye/baris_icin_hewlere_bisikletle_gidiyorlar-1145267

http://www.firatnews.com/news/toplum/eko-jin-bisiklet-turu-hewler-de-tamamlandi.htm



nava heftiyê rojên pênçşem û îniyê jî tûrên di nav bajêr de tên kirin. li amedê di trafîkê de ji duçerxeyan re qet rêdan tune ye û rêya cûda a pisqilêtê jî tune. ji ber vê yekê hinek alê trafîkê de pirsgirêk çêdibin. lê dîsa jî nêrina gel gelekî baş e . kesên ku dibînin, gelek kêfxweş dibin . dibêjin hûn an turîst in an jî polês û subay in . lê dema dibînin ku em kurd in û kurdî diaxivin gelek şaş dimînin . heta rojekî axaftinek wisa di nav min û zarokekî de derbas bû ;

- aa turistler gelmiş

- em ne turîst in

- aa turîst kurtce öğrenmiş *



malpera komeleyê dibidosk.com e û koma me a li ser facebookê jî ev e ; https://www.facebook.com/groups/bisiklet21/



heçî endamên tirşikê ku li amedê dijîn, bila pisqilêt û kaskek bistînin û beşdarî me bibin. bila fersenda werzîşê wenda nekin ..



28.09.2013 00:52 | brusk56