Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ali fikri işik] de;

9. ê ku li ser twitter'ê wisa nivîsandiye.

"Az önce Kurdistan24 Türkçedeki, Editörüm den bir mesaj aldım. Yazarlar içinde en az okunan yazar benim. Tek geçim kaynağı da elimden çıkmak üzere. Aşk olsun sana sevgili okur, aşk olsun, ne diyeyim."

bi kurt û kurmancî dibêje tekane qezanca min a ku ji kurdistan24'ê tê, di talûkeyê de ye ji ber ku min ji editorê xwe telefonek stand ku dibêje nivîskarê herî hindik tê xwendin tû yî.

dilê min pir pê şewitÎ wele.

xweziya min ew bû ku di nav amedspor'ê de cihekÎ bistanda. weke teknÎk dîrektor nebe jÎ, weke sportîf dîrektor felan.



02.12.2019 21:08 | brusk56

8. mirovel dilnizm e. bi salan di derbarê amedspor û dalkurd'ê de nivîsand.
xwe ji bo teknîk dîrektorîyê jî da pêş. lê ji rêveberiya van tîman tu eleqe nedît.

car caran aciz dibe û div ji nivîsandinê berdide.
van rojan dîsa dev jê berdaye qet behsa van tÎman nake. diçe di derbarê trabzonspor, fenerbahçe, başakşehir'ê de dinivîse.

ew jî mafdar e ya rastî. divê hinek lê xwedî derketibana le gelek caran xwe jê re ker kirin.



24.11.2019 23:26 | brusk56

7. nivîskarê ku piranî di derbarê werzîşê de û bi taybetî jî di derbarê amedspor û dalkurd'ê de dinivîsand.
heta pirtûkek bi navê "amedspor kaos ve direniş" jî derxist.



24.11.2019 23:22 | brusk56