Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dibistanên taybet de perwerdeya bi zimanê kurdî] de;

1. mafê ku di 30.09.2013 pakêta demokrasiyê de wê bê dayîn e .

elbet ne çareseriyek tekûz e , lê ji bo çareseriyê gavek e .

ger bdp-pkk li vê mafê jî weke trt6 an jî dersa hilbijarte a kurdî nenêre û gora wê tevnegere, dikare baş bê nirxandin. em ji bo bi tevahî perwerdeya bi zimanê kurdî ne amade ne. ev guhertin rê li amedebûna vê vedike.

kurd xwediyê 100 şarederiyan e . weke mînak şarederiya amedê dikere li her semtê dibistanek taybet veke.(tabê ne ser navê xwe, bi navê yekî) di van dibistanan de mamosteyan bi 1500 tl yan bide şixulandin û ji her xwendevanan ji bo salekê 1000 tl bistîne .bi vî awayî li kurdistanê 100 dibistanên ku bi zimanê kurdî dersê dide dikare bê vekirin. ev yek di 2-3 salan de, li kurdistanê wê bikaranîna zimanê kurdî zêde bike.

erê mirovên xizan be serî de wê nekarin zarokên xwe bişînin dibistanên taybet lê tenê ji ber vê yekê divê em vê firsendê nerevînin.

heta zimanê kurdî bi tevahî azad bibe, ev maf heta ji milê me bê, hewce ye bê bikaranîn .



01.10.2013 00:38 | brusk56