Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim] de;

4. pirtûka ji avestayê derketî a bi bûhayekî gelek bîçûk dihata firotin e.

ez ne xelet bim, li tûyapa amedê bi 1 tlyê dihat firotin. min jî ji wir standibû.

pirtûkek gelek xweşik e, ji ber ku ji çîrokên di derbarê gelê galîsyayê dike pêk tê. lê ji ber ku di nav çîrokan de gelek xeyal felan hebûn, warê fêmkirinê de ez hinekî ketim zehmetiyê de. wê demê xwendina min jî ne baş bû ji xwe.

rewşa galisiyan jî bi rastî eyn wek a me ye. ciwanên wan jî ji axaftina zimanê xwe fihê dikin, zimanê wan jî bûye zimanê bav kal û pîran. dema mirovan çîrokên wan dixwîne, dibêje qey behsa kurdî kurdistanê dike.

divê herkes vê pirtûkê bixwîne, ji xwe kurt e û ji çîrokan pêk tê bi hesanî tê xwendin



24.01.2014 12:58 | brusk56