Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lîsteya rêzkirina ferhengên înteraktîf] de;

25. lîsteya ku vê carê jî, wek meha borî, tirşik bûye a 12emîn.

hejmara peyamên me ketine lê dîsa jî rêzika me negûheriye ji ber ku a hemû kesan ketiye. ger me bikariba wek meha borî binivîsanda em ê bi ferkek biçûk bûbûyan 11emîn, heta hema bêje 10emîn.



anyway heta mehekî din ..



http://tinyurl.com/o4x3zyw



04.06.2014 00:36 | brusk56

20. lîsteya ku tirşikê vê carê ji xwe re, di rêza 12ê de cih dîtiye.

em meha borî 14, meha pêşiya wê jî 19emîn bûn . baş e, em pê dikevin .



li vir dikare were dîtin ; http://tinyurl.com/ksbjm5j



05.04.2014 00:06 | brusk56

11. lîsteya ku vê carê tirşik gelekî paş de çûye û mixabin bûye a 19 emîn.

http://www.sosyalmedyahaber.com/2014/02/01/interaktif-sozlukler-ocak-2014-siralamasi/

ferhegek tenê bi kurdî heye lê mixabin ew jî dibe 19emîn. yên me derbas bûyî binêrin ; mûrtecî sozluk, ayi sozluk, fb sozluk, laz sozluk, çaylaklar sozluk, w sozluk.

heqê tirşikê ne ev e. divê tirşik di nav 5ên herî baş de bûya..



02.02.2014 02:42 | brusk56

9. lîsteya ku hêdî hêdî tirşik xwe lê bilind dike û xwe zêdetir xuya dike ye.

heqê tirşikê di vê lîsteyê de an yekemîn an duyemîn ye. ji ber ku yek tenê ferhenga înteraktîf a bi kurdî heye. hadê em bibêjin ê ku tirkî diaxivin dinivîsin zêdetir in, lewma bila ekşî bibe yekemîn. lê dudo heqê me ye. divê em ên din derbas bibin. hadê birano binivîsin binivîsin ..



02.01.2014 00:02 | brusk56

5. lîsteya ku tirşikê dîsa cih ji xwe re dîtiye di nav 20 ên herî baş de . qet nebe ev jÎ baş e . lê wê baştir bibe. dibihîzim *



01.12.2013 21:17 | brusk56

2. lîsteya ku, li gor min potansiyela tirşikê heye ku bikeve di nav 10 ferhengên herî çalak .

di ferhenga ku bûye yekemîn, fb sozlukê da, navîniya hejmara peyamên rojekî 165 e . ferhenga me de ev hejmar 98.9 e . yanê ferkekî ew qas mezin tune ye. meha bê zehmet lê di nav 2-3 mehan de hêvî dikim em ê bibin yek ji 10 ferhengên herî çalak .



02.11.2013 00:01 | brusk56